Giliyê êşkenceya gardiyanan a li girtî hate kirin

Di der barê êşkenceya 20 gardiyanan li Zulkuf Kayayê di Girtîgeha L ya Panosê de girtî de, gilî hate kirin.

Parêzerê Girtî Zulkuf Kayayê di Girtîgeha L ya Panosê de girtî, di der barê êşkenceya 20 gardiyanan li miwekîlê wî bi du saetan, gilî kir. Parêzer Sertaç Çelîkkalelî yê serî li Serdozgêriya Komarê ya Panosê da, da zanîn ku piştî êşkenceya gardiyanan li miwekîlê wî, bêyî dermankirin miwekîlê wî birine qawîşê. 
 
20 GARDIYANAN BI DU SAETAN ÊŞKENCE KIR 

Parêzer Çelîkkalelî bi bîr xist ku miwekîlê wî Kaya 21’ê Hezîranê ji xwe ve çûye û got: "Piştî ku miwekîlê min bêhiş dikeve, dibin revîrê lê gardiyan jê re dibêjin ‘tu derewan dikî’ nahêlin ku bijîşk wî derman bike. 20 gardiyan bi du saetan êşkence û neheqiyê lê dikin û nahêlin derman bibe û wî cardin dibin qawîşê. Hevalên miwekîlên min tev şahid in ku êşkence lê hatiye kirin û wan ew pansûman kiriye û pê re bûne alîkar.’’  
 
KAYA: ZILM Û ÊŞKENCE HEYE DI VÊ GIRTÎGEHÊ DE 

Çelîkkalelî gotina "Bila her kes zanibe ku di Girtîgeha Panosê zilm û êşkence tê kirin" a Kaya ya bi li ser telefonê ya bi malbatê xwe re bi bîr xist û wiha axivî: "Me li dozgeriyê giliyê wan gardiyanan kir ku êşkence li miwekîlê me kirien. Em ji wan dozdar in. Daxwaza me destpêbûna lêpirsînê li ser kesên êşkence li miwekîlê min kirine. Bila dozgerî lêpirsîn û şopandinê di der heqê gardiyanên êşkence li miwekîlê min Kaya kirine de bike."