Geverî: Armacan wan destkeftiyên Kurdan in

Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Adem Geverî got armanca hewldana dagirkrinê ne ‘korîdora terorê’ lê destkeftiyên Kurdan in.

Helwestên li dijî helwdana dagirkirina Efrînê ya dewleta Tirk didome. Hevserokê Wanê yê HDP’ê Umîd Dede û Parlamenterê Wanê Adam Geverî hewldana dagirkirinê ji ANF’ê re nirxandin.

Dede got hewldana dagirkirina Efrînê têkçûna siyaseta Rojhilata Navîn a Tirkiyê ye û got Tirkiye ji bo ku dîsa bibe xwedî gotin û li ser masê destê xwe xurt bike ketiye vê hewldana dagirkirinê û ev rîskeke mezin e.

Dede got, ‘’Di şerê 7 salan de ji Efrînê ti êrîş bi ser Tirkiyê de nebû. Efrîn ji bo gelan cihekî pir ewle ye. Bû qadeke ku aştî lê şîn hatî. Komara Tirk vê hewldana leşkerî di qada navnetewî de ne xwedî hinceteke wiha ye ku bikaribe bide qebûlkirin.’’

HEKE HÛN MAFDAR BIN ÇIMA HÛN DITIRSIN

Dede bi domdarî got, ‘’Heke hûn têkoşîneke pir mafdar û meşrû didin divê hûn ji rexneyan netirsin. Ev zext jî nîşan dide ku êrîş ne yasayî, ne meşrû û ne madar in.’’ Dede got ev hewldana dagirkinê hêviya jiyana hevpar a Tirk û Kurdan ji holê radike.

HEDEFA WAN KURD IN

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî got armanca wan ne ‘korîdora terorê’ lê destkeftiyên Kurdan in û domand, ‘’Ev hewldana dagirkirinê ne ji bo bekaya dewletê ji bo bekaya Erdogan e. Bi aştî, rabû, başbûna aboriyê nakeve hilbijartina 2019’an. Bi Rewşa Awarte, BHQ, ev têrê nekirin, niha jî bi hewldana dagirkirinê dixwaze hilbijartina 2019’an mîsoger bike. Em HDP ji bo armanca rast a vî şerî derxînin holê dixebitin. Li qada navnetewî hate dîtin  ku ev operasyoneke gemarî ye, ji bo menfeata partî û şexsan tê kirin, ne meşrû ye û armanca ne ‘korîdora terorê’ lê destkeftiyên meşrû yên Kurda nin.’’

Geverî got hê ne dereng e ku vê hewldana dagirkirinê rawestînin û got, ‘’Divê were zanîn serkeftiyê şerê Kurd û Tirkan Rûsya ye, windakiriyên wê jî hêviya jiyana hevpar a Kurd û Tirkan e.’’