Gerîlayên YRK'ê: Ji bo azadiya Rêber Ocalan em ê heta dawiyê têbikoşin

Gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd û salvegera damezrandina PJAK’ê diyar kirin ku ji bo azadiya Ocalan ew ê heya dawiyê têbikoşin.

Ji gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Sorxwîn Zagros, Kurdistan Makû, Nûdem Qamişlo, Serhed Hewramî û Çiya Mihabad ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 17'an a damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) nêrînên xwe anîn ser ziman. Gerîlayan di heman demê de diyar kirin ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd ew ê heta dawiyê têbikoşin.

SORXWÎN ZAGROS: Di serî de roja 4 Nîsanê ne tenê rojbûna Rêber Apo ye, rojbûna mirovahî û bi taybet rojbûna jin e. Rojbûna Rêber Apo ji bona me dinyayekî azad afirandiye, ji ber wê em dayika Uweyş bibîr tînin û rojbûna Rêber Apo li wê jî pîroz dikin. Ya me gihandî van rojan û bera me ji tarîtiyê da ronahiyê fikr û felsefeya Rêber Apo bû, ji ber wê em bi Rêber Apo xwe nas dikin û dest bi tekoşînê dikin.

Niha her çiqasî tecrîdekî girankirî li ser Rêber Apo tê sepandin û her çiqasê hêzên dagirker dixwazin ku Rêber Apo ji gelê Kurd, jina azad û di heman demê de jî, ji tekoşîna azadiyê dûr bixînin, lê fikir û felsefeya ku Rêber Apo derxistiye pêş ne tenê gel û jina Kurd hemû mirovahî jê para xwe digre. Her wiha fikir û felsefeya Rêber Apo bûye şewazê jiyana mirovahiyê, ji ber wê tekoşîna ku di çar perçên Kurdistan û ji derweyî Welat tê rêvebirin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Em jî wekî milîtanên Rêber Apo soz didin gelê xwe ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê heta dawiyê di nava tekoşînê de bin û di vê pêvajoya dîrokî de ji bo azadiya Rêber Apo û gelê me erkên ku dikevin ser milê me, emê bi awayekî herî xurt pêk bînin û tevlî bibin.

Bê guman erk û berpirsiyartî ne tenê ya gerîlayan e, hemû ciwan û jin li beramberî Rêber Apo berpirsyarin, ji ber wê pêwîstî heye ku bi zanebûna berpirsyartiya xwe rabin û bi rojbûna Rêber Apo re pêngava tekoşînê xurt bikin. Ji bo ku em bikaribin dagirkeriyê hilweşînin, faşîzmê têk bibin û azadiyê bi dest bixînin, li ser wî esasî rojbûna Rêber Apo carekî din wî ruhî nû dike. Em di wê baweriyê de ne ku bi ruhê rojbûna Rêber Apo wê ew tekoşîn hîn mezintir bibe.

KURDISTAN MAKÛ: Rojabûna Rêber Apo rojbûna me hemûyan e, ji ber ku Rêber Apo ji dayikbûna xwe ve dest bi vê tevgerê kir, em jî li peyî wê şopê ne. Dema ku roja ji dayikbûna Rêber Apo tê wekî şervaneke Rêber Apo xwe wisa hîs dikim ku ji nûve ji dayik dibim.

Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê sepandin nayê qebûl kirin, wekî gerîlayekî jin ji bo ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin çi rol û mîsyon bikeve ser milê me, em jêre amadene. Ji ber ku Rêber Apo di ber jin de kedekî bê hempa daye raberkirin. Di heman demê de ji bo ku Rêber Apo bi awayê fîzîkî were azad kirin pêwîste her kes di nava serhildanan de be.

NÛDEM QAMIŞLO: Di serî de em 4’ê Nîsanê li dayika xwedawend dayika Uweyş pîroz dikin, di heman demê de em li Rêber Apo û tevahiya şehîdan pîroz dikin. Weke gerîla, hêz û baweriya ku em ji çiyayan digrin, em li hemberî wê tecrîda ku li ser Rêber Apo tê ferzkirin, tekoşîn didin meşandin.

Bangewaziya min eve ku her ciwanek beşdarî nava refên gerîla bibe, bi taybet jî pêwîste jin gavekî biavêje û berê xwe bide nava refên gerîla. Ji ber ku di roja îro de gava herî mezin em bi dest bixin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

SERHED HEWRAMÎ: Di serî de roja 4’ê Nîsanê ji bona me rojekî pir girînge. Em wekî gerîla 4’ê Nîsanê ji bo xwe wekî ji nûve avabûnê digrin dest. Bangewaziya me ji bo tevahiya gelê Kurd yên ku dibêjin em azadiya Rêber Apo azadiya xwe dibînin heye ku ji bo wê her mirovekî azadîxwaz çi jin û ciwan be, pêwîste ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabin û tekoşîn bikin. Ji bo ku em Rêber Apo azad bikin pêwîste em bi hev re wî barî bidin ser milê xwe.

ÇIYA MIHABAD: Ji dayikbûna Rêber Apo di dîroka gelê Kurd de rûpelekî nû daye destpêkirin. Ji ber ku gelê Kurd beriya Rêber Apo ji hemû rastiyên xwe dûr ketibû, di heman demê de mirovahî jî ji rastiyên xwe dûr ketibû. Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser mirovahiyê her kes û bi taybet jî gelê Kurd ber bi tinebûnê bû; bi hatin û derketina Rêber Apo gelê Kurd dest bi qonaxekî nû kir. Ew gelê ku ber bi tinebûnê bû fêrî xwe naskirinê bû û rêya çiyayên Kurdistanê dît.

Roja ji dayikbûna Rêber Apo ji bo Rojhilatê Kurdistanê wateyekî xwe ya cûda heye. Ji ber ku di wê rojê de Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hate damezrandin. Bi hatina partiyekî bi vî rengî ew tekoşîna ku di Rojhilatê Kurdistan de ber bi hişkbûnê ve diçû, ji bo xwe rêyek dît. Êdî ciwanên Kurd li şûna ku di kolanan de fêrî karên xirab bibin, rêya azadiyê dîtin û hatin di nava gerîlayên PJAK’ê de cih girtin û rûpelekî nû dane destpêkirin. Em jî wekî ciwanekî Rojhilatê Kurdistanê di roja îro de wê rêyê berdewam dikin.

Bangewaziya min ji bo ciwanên Rojhilatê Kurdistanê eve ku pêwîste werin û di nava wê tekoşînê de cihê xwe bigrin. Li şûna ku serê xwe ber koletiyê bitewînin, bila bêne ser çiyayên Kurdistanê û bi serfirazî û azadî tekoşîn bikin.