Gerîlayên YRK'ê 4'ê Nîsanê pîroz kirin

Gerîlayên Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wekî berhema wê sala salvegera damezirandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pîroz kirin.

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pîroz kirin.

Di vê pîrozbahiyê de gerîlayên YRK’ê ev peyam dan "Di serî de jidayikbûna Rêber Apo, em wek vejîna yekem pênase dikin û wekî vejîna gelê Kurd û gelên bindest dibînin. Pêşwazîkirina li gorî dewlemendiya wateya wê peyama herî girîng e. Bi taybetî her sal di vê rojê de dar tên çandin. Em dikarin bibêjin ku ji bo gerîla û ji bo jiyana gerîla 4’ê Nîsanê xwe di çavkaniya enerjiya xwe de nûkirin e. Ji ber ku her gerîlayek her sal di vê rojê de ji nû ve ji dayik dibe û soza nûkirina di her kêliya jiyanê de dide.

4’ê Nîsanê wekî me got di hêla wate de pir dewlemend e û yek ji wan dewlemendiyan jî damezrandina PJAK'ê ye. Gerîlayên Rojhilatê Kurdistan her sal di vê rojê de damezirandina PJAK'ê jî bi kelecan û moraleke mezin pîroz dikin. Di heman demê de ji bo gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê girîngîya vê rojê hîn mezintir e. Ji ber ku ev roj bi saya Rêbertî ji bo gelê me yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûye bingeha jiyaneke azad, bi rûmet û bû bingeha jiyana bi hev re. Li ser van esasan gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê her sal bi coşeke hîn mezintir roja vejînê û damezirandina PJAK'ê pîroz dike. Lê pêwîstî heye ku bi germahiya vê rojê têkoşîneke hîn mezintir û bilindtir pêk were. Ji ber vê jî xwerêxistinkirina kêlî bi kêlî girîng e."