Gerîlayên YJA Starê soza tolhildana Sara dan

Gerîlayên YJA Satarê di salvegera 7’an a Qetlîama Parîsê de kadroya pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) bibîr anîn û soza tolhildanê dan.

Gerîlayên YJA Starê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di salvegera 7’an a şehîdbûna wan de bibîr anîn û soza tolhildan û bicihanîna hest û xeyalên wan dan.

‘EM Ê DI HER WARÊ JIYANÊ DE BIDIN JIYÎN’

Gerilaya YJA Star Arîn Hilvan: Şehadeta heval Sara bû sedema tevlîbûnên jinan û hişyarbûneke xurt çêbibe. Ya herî girîng jî bû sedem hişyarbûna ew wijdana ku razayî û hatibû xapandin. Bila dijmin bizane ku hestên bi wî rengî bi me re çêdibe. Dijmin li gel xwe wisa dizane ku şehadetên çêdibin di nav me de bê moraliyê ava dike lê di rastiyê de bila ew û cîhan jî bizanin em bi her şehadetê bi hêztir dibin. Ji ber ku jiyan, jiyana wan e. Ji ber ku ger em heval û şopdarê wan bin lewre ew hevaltiya me ya bi wan re ti carî girî, bêmoraltî û xwe ji jiyanê qutkirinê qebûl nake. Şehîd jî wê yekê qebûl nakin. Hevrê Sara jî wê yekê qebûl nake. Ji ber wê jî tevlîbûna me, çûyîna me ya ser dijmin, hêrs û kîna me, xeyalên me yê azadiyê, hêvî û baweriya me hîn mezintir dibin. Dîsa ji ber wê ye ku me ti carî gav bi paş ve neavêtiye û berewajî wê di me de heskirinekî mezin çêkir; bi taybetî jî ji me re nîşan da ku weke gerilayekî/a PKK-PAJK’ê em ê çawa bikarin di xeta azadiya jinê de xwe xurt bikin, çawa xwedî ji wê xetê derkevin û xeta hevrê Sara bi pêşve bibin. Her wiha çawa ku em ala û berxwedaniya her hevrêyek şehîd bilind dikin, ew bawerî bi me re çêkir ku weke gerîlayeke PAJK’ê dema li ser şehadeta heval Sara lêhûrbûn çêdikin, çawa ku tu gul yan jî darekî diçînî, av didî, li benda wê yî ku ew dar fêkiyan bide û bi awayekî pir nazik û hesas lê hişyar dibî, ji bo ku em tola heval Sara bistînin jî em hêrs, kîn û acizbûna xwe bi wê rengî mezin dikin. Em wan hestên xwe bi wî rengî mezin dikin. Ji ber wê jî heval Sara di me de weşartiye û em li wê digerin. Dixwazin di her qadên jiyanê de şopdarê heval Sara bin. Çawa ku jiyana heval Sara her tim şer bû em jî dixwazin jiyana me her tim şer be. Hem di warê jiyanî de têbikoşin hem li hemberî dijmin şer bikin. Çawa ku heval Sara li girtîgeha Amedê li hemberî Esed Oktay têkoşî, di qirika Oktay de hişt ku carek be jî di bin êşkencê de qîrkirina wê bibihîze; em wan tiştan ji xwe re dikin bingeha têkoşîn û gihiştina azadiyê. Her wiha li dijî pergala zilamsalar, sermayedarî û serdest ti carî serî netewînin û têkoşîna xwe ya li dijî wê pergalê giştî bikin.

‘YÊ SARA NAS BIKE DIKARE AZADIYÊ HÎS BIKE’

Armanca me ya sereke bi hemû alî ve bi hevrê Sara re bûna yek e, bidin naskirin û jiyîn e. Ji bo gerîlayên azadiyê Hevrê Sara xetek, îdeolojiyk e. Yê ku bixwaza azadiyê binase hevala Sara nas bike dikare azadiyê hîs bike. Hemû xebat û lêhûrbûnê ne ew e ku em rastiya hevala Sara bijîn bû bidin jiyîne.

Komploya li ser Rêbertî û komploya Parîsê ji hev ne qûtin, çawa ku me komploya li ser Serokatî ji bîr nekiriye em vê komployê jî ji bîr nakin. Ji ber ku Serokatî dibêje; ‘Ji bîrkirin îxanet e’ em jibîr nakin. Dubare di kesayeta Sara, Rojbîn û Rojbûn de hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin. Soza wan, hest û xeyalên wan dîsa bêrîkirinê wan ên Rêbertiyê yên me ne. Ji bo pêkhatina wan jî em ê têbikoşin.

‘HEMÛ XEBAT Û ÇALAKIYÊN EM WÊ JI BO TOLHILÎNÊ BE’

Gerîlaya YJA Star: Piştî qetilkirina hevrê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û şûnde hemû hewldan û çalakiyên hatin kirin ji bo valaderxistina vê komployê bû. Gerîlayên YJA Satar jî li ser vî esasî di vê qonaxê de ji bo tola hevrêyên xwe hilîne çalakî kirin. Hevrê Sara yek ji pêşeng û damezrênera artêşbûna jinê ye. Ji bo wê heta dawiyê em ê li ser xet rêya wê bimeşin. Hemû çalakî û hewldanê me ji bo tolhilîn û şopandin xeta Sara ya li dijî desthilatê ya li ser jinê dide kirine. Ev rojeke dîrokî û ti carî nayê jibîrkirin. Heta yek ji me bimîne jî wê ji bîr nebe û wê têkoşîna me bidome. Em ê bi çalakiyên xwe tola hevrê Sara û hemû jinên dibin hedefa desthilatan hilînin.

‘PÊŞENGA TEVGERA JINÊ BÛ’

Gerîlaya din a YJA Star: Hevala Sara pêşenga tevgera me ya jinê bû. Her sê havrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi nemerdane hatin qetilkirin. Hevrêyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Em ê di her alî de tola hevrêyên xwe hilînin. Em ê di her fersend û kêliyê de ji bo tola hevrêyên xwe hilînin têbikoşin. Em ê rê nedin ku dijmin bikeve cih û warên ku xwîna hevrêyên me lê hatine rijandin.