Gerîlayên YJA Star û HPG'ê: Dem dema têkbirina Dehaqên serdemê ye

Gerîlayên YJA Starê û HPG'ê bi wesîleya cejna Newrozê peyam dan û gotin, "Dem hatiye ku di Newroza 2021'ê de Dehaqên serdemê bên têkbirin."

Gerîlayên YJA Starê û HPG'ê bi wesîleya Newroza 2021'ê peyam dan.

Gerîlaya YJA Starê Canda Welat Newroza sala 2021'ê pîroz kir û got: "Destpêkê em Newroza sala 2021'ê li Rêber APO, şehîdên ku canê xwe di oxira şoreşê de dane, li tevahî hevalên me yên ku di xeta têkoşînê de li ber xwe didin, hevalên me yên ku li zindanan berxwedanê mezin dikin û li gelê xwe pîroz dikin."

Gerîla Canda Welat qala dewamiya xeta Kawayan kir û wiha domand: "Çawa ku Kawayê Hesinkar agirê ku di roja 21'ê Adarê de pêxist û gelê Kurd ji zilma Dehaqan rizgar kir, ew berxwedan bi Kawayê hemdem Mazlûm, Bêrîvan û Semayan ve geştir bû. Di roja îro de bi sekna Şoreş, Rojhat, Seydo û hevrêyên wan ev agir dilê faşîzman disotîne û desthilatdarî bi wî agirê tê tunekirin."

Gerîlaya YJA Starê Canda Welat biryardayîna xwe anî ziman û wiha got: "Em Newroza îsal bi ruhê serketina Garê û bi misogeriya azadiya Rêber APO ya fîzîkî pêşwazî dikin. Em wek YJA Star dibin ew agirê ku di serketina Garê de geş bûye û faşîzmê jî bi wî agirî dişewitînin."

Gerîlayê HPG'ê Êrîş Andok Pîrosî qala serhildana gel a di roja 21'ê Adarê de kir û wiha got: "Tê zanîn ku Kawayê Hesinkar li hember zilma Dehaqan serî rakir û heya ku ew zilm bi dawî kir, li ser 21 girên Kurdistanê agir pêxist û ew roj wek cejnekê ji bo gelê Kurd hatiye pejirandin."

Gerîla Êrîş Andok Pîrosî qala dewamiya ruhê Kawayê Hesinkar kir û got: "Bi ruhê Kawayê hemdem Mazlûm Doganan, Rehşan Demîralan û Zekiya Alkanan Newroz li Kurdistanê carek din vejîn bû û giha asteke nû. Ew têkoşîn heya roja îro jî dewam dike ku em dibînin di berxwedana Garê de ev yek derket holê. Bi vê ruhê têkoşîna gerîlayan hîn bilindtir bibe."

Êrîş Andok Pîrosî ji bo Newroza 2021'ê banga tevlîbûnê li gel kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em bang li tevahî Kurdistaniyan dikin bi taybet jî jin û ciwan bi ruhê vê berxwedanê beşdarî Newroza 2021'ê bibin ku ji faşîzma AKP-MHP'ê re were diyar kirin ku gelê Kurd ti carî li hember zilma faşîzman serî natewîne. Roja 21'ê Adarê ciwanino berê xwe bidin Garê."

Gerîlayê HPG'ê Hêmin Pîrosî jî roja Newrozê kir û wiha got: "Newroz roja serhildan, berxwedan û têkoşînê ye, roja yekgirtina gelan li hember zilma Dehaqan e."

Gerîlayê HPG'ê Hêmin Pîrosî qala zilma Dehaqên serdemê kir û wiha domandi: "Em dibînin di roja îro de zilma Dehaqên serdemê gihaye lutkeyê, lê li hember wê zilmê her tim Kawayên hemdem derdikevin û vê zilmê bi dawî dikin. Li hember Dehaqan her tim Kawa li ber xwe didin."

Gerîlayê HPG'ê Hêmin Pîrosî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Newroza tevahî gelê me pîroz be, ev sal sala binketina Dehaqan e, sal sala serketina gel e."