Gerîlayên Rojhilatî ji bo kampanya 'Azadî ji Ocalan re' bang kirin

Gerîlayên ji pêkhate û herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê ku di nava refên PJAK’ê de cih digirin, ji her kesî xwestin ku kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berfireh bikin.

Rojhilatê Kurdistan yek ji parçeyên Kurdistanê ye ku herî zêde xwedî çand û pêkhateyên cêwaz ên Kurd li xwe digire. Tevî hemû êrîş û zextên rejîma Îranê jî gelê herêmê kariye vê çanda xwe biparêze û bide domandin.

Di vê demê de li Rojhilatê Kurdistanê bi zaravayên Kurdî Soranî, Kurmancî, Hewramî, Kelhûrî, Goranî, Cafî, Lekî, Erdelanî û Lûrî tê axaftin û vê çandê jî kiriye ku bandoreke pir mezin li ser têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê bike.

Ev cihêrengî herî zêde di nava refên gerîlayên PJAK’ê de xwe dide der. Di nava YRK’ê de ji giştî bigirî heta komeke biçûk jî çend zaravayên cuda gerîla hene ku pê tên axaftin. Ev jî kiriye ku gel bi çavekî cuda li vê tevgerê binêre û ji her çand û pêkhateyê cihê xwe di nav de bigire. Ev jî dihêle ku YRK tenê bi sînor nemîne û heta ji tevlîbûna hemû pêkhateyên Rojhilatê Kurdistan-Îranê xebatên berfireh bibe.

Du gerîlayêên YRK’ê bi zaravayên xwe yên Kelhûrî û Lûrî ji ANF’ê re axivîn. Herdu gerîlayan jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Gerîlayan bi zimanê xwe bang li gel û pêkhateyên Rojhilatê Kurdistanê kir ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û gotin: "Rêber Apo yekan e kes e ku têkoşîna azadiya gelan dike. Dîsa yekan e vîne ku çareseriya pirgirêkên Rojhilatê Kurdistanê ye."

Gerîla Diyako Kelhûr ji bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ye bi zaravayê xwe Kelhûrî axivî û got: "Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser mirovahiyê ye; heman demê li ser heqîqet, rastî û li ser gelên Rojhilatê Kurdistanê ye."

Gerîla Kelhûr bang li gelê Rojhilatê Kurdistan bi taybet jin û ciwanên çar parçeyên Kurdistanê kir ku piştevaniya kampanyaya ji Ocalan re azadî bikin û xwedî li Ocalan derkevin.

Gerîla Diyako Lûr ê yek ji gerîlayên YRK’ê ye ku xelkê Bextiyarî yê navçeya Loristanê ye, ew jî bi zaravayê xwe axivî û bang li gelê Loristanê kir ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û got: “Taybet divê xelkê Lor piştgiriya têkoşîna azadiya Rêber Apo bike, ji ber ku Rêber Apo nûnertiya têkoşîna azadiya gelan dike."