Gerîlayên MLKP'ê: Em ê Başûrê Kurdistanê biparêzin

Gerîlayên MLKP FESK'ê diyar kirin ku ji bo parastina Başûrê Kurdistanê ji êrîşên dagirker ên dewleta Tirk, ew tevlî berxwedanê bûne.

Gerîlayên MLKP'ê beriya berê xwe bidin çeperên şer li Başûrê Kurdistanê bi merasîmekê daxuyanî dan. Bi navê gerîlayên Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) FESK, Erdal Tîrêj û Dîcle Awaz axivîn.

EM Ê NEHÊLIN KU ARTÊŞA TIRK QADÊN AZAD GEMARÎ BIKE

Şervana MLKP/KKO Dîcle Awaz daxuyanî da û got, "Weke gerîlayên MLKP'ê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, tevî hevrêyên xwe em jî cihê xwe di çeperên şer de digirin." Awaz bi bîr xist ku bi salan e ew li Başûrê Kurdistanê ne, li vir şehîd dane û got, "Li qadên azad şopa her şehîdên me hene, Ozgur Rênas xwîna xwe lê rijandiye, Roza Rênas lê canê xwe feda kiriye. Lewma em ê nehêlin ku artêşa Tirk a mêtinger faşîst qadên azad gemarî bike. Em ê nehêlin ne hêzên mêtînger, ne jî nokerên wan derbasî nava vê qadê bibin ku bi xwîna bi hezaran şehîdan azad bûye."

'EM Ê ALA FERMANDARÊN JIN HILDIN'

Awaz destnîşan kir ku gerîlayên jin ên MLKP'yî çawa ku cihê xwe di nava berxwedana xwerêveberiyê de girtin û şoreşa jinê ya Rojava parastin, beşek ji berxwedana Herêmên Parastinê yên Medyyaê ye û wiha dwam kir: "Em ê ruhê fedayî yê Arîn û Sarya yê li Kobanê, ala hevrê Berçem û Ekîn ku li Stenbolê di parastina baregehê de yekîneya canbexşan afirandin, îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê bilind bikin. Em ê he rbihosteke axa Herêmên Parastinê yên Medyayê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, heta fîşeka dawî ya çeka xwe biparêzin. Em ê nehêlin ku şoreşa jinê ya Rojva û qadên me yên azad ji aliyê dagirkerên faşîst ve bên herimandin. Em ê nehêlin ku şoreşa me bifetisînin."

'EM Ê RÊ NEDIN ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ'

Awaz ji çeperên şer bang li gelan û ciwanan kir û got, "Ji vê derê em bang li jin, ciwanan û gelan dikin. Hûn jî li dijî êrîşên dagirkeriyê cihê xwe li nava çeperên şer de bigirin. Nehêlin ku çiyayên azad bên herimandin." Awaz bi bîr xist ku Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dehan salan têkoşîna li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî kirine, fermandar afirandine û got, "Mîna Arîn û Sîbelên li Kobanê, mîna Avesta Xabûr û Berçem Rênas ên li Efrînê, em ê îro li Qendîlê, li Xakurkê, li Bradostê têkoşîna bi ruhê wan geş bikin û rê nedin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst."

'EM Ê BI CAN Û XWÎNA XWE BIPARÊZIN'

Ji gerîlayên MLKP'ê Erdal Tîrêj jî destnîşan kir ku li pêşberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê bêdeng nemînin û got, "Partiya me MLKP wê ti carî li pêşberî êrîşên li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd, êrîşên li ser neteweya Kurd bêdeng nemîne. Em ji wê yekê bawer dikin ku ji bo gelê Tirk azad bibe, divê teqez gelê Kurd ê zexta mêtingeriyê lê hatiye ferzkirin azad bibe. Em şervanên vê xetê ne."

Gerîlayê MLKP'ê Tîrêj işaret bi amadekariyên dewleta Tirk a faşîst ên ji bo dagirkirina Qendîlê kir û got, "Weke şervanên MLKP'ê, li Metîna, Zap, Xinêrê, Xakurkê û Bradostê, ji bo parastina her bihosta axa Başûrê Kurdistanê me rahiştine çekên xwe. Tevî hevrêyên xwe yên HPG û YJA Starê, em ê bi can û xwîna xwe axa Başûrê Kurdistanê biparêzin."