Gerîlayên ku 2 drone anîn xwarê: Dijmin têk diçe

Gerîlayên ku li qadên berxwedanê yên Zapê 2 drone îmha kirin, anîn ziman ku dewleta Tirk teqemenî li droneyan bar kir, li pêşiya tunelên şer teqand, lê nekarî bi ser bixîne.

Artêşa Tirk  a dagirker di 14'ê Nîsana 2022'an de li ser herêma Zapê êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî bi tîmên bi tevger li dijî êrîşên dagirkeriyê di çeper û tunelên şer de berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Her wiha bi parvekirina encamên çalakiyên xwe, derewên dewleta Tirk radixînin ber çavan.

Dîmenê 2 droneyên ku artêşa faşîst li dijî Tunelên Şer ên Şehîd Adil ên li herêma Berxwedanê ya Sîda ya herêma Zapê bikar anîne û di 13’ê Tebaxê de ji aliyê gerîlayan ve hatine xistin, careke din vê rastiyê belge dike.

Gerîlayên ku 2 droneyên keşfê îmha kirin ku dixwestin êrîşî Tunelên Şer ên Şehîd Adil bikin, qala çalakiya xwe û rewşa dijmin kirin:

"Dijminê ku xwest xwe nêzî Tunelên Şehîd Adil bike, li vir rastî berxwedan û çalakiyên gerîlayan hat. Li hemberî vê berxwedanê neçar ma gavekê paşde vekişe. Dixwaze herêmê di bin bomberdûmanê de bihêle, her tim bi balafirên şer herêmê bomberdûman dike û gelek teknîkên cuda bi taybet balafirên keşfê, tank, obus û hawanan bi kar tîne. Di êrîşan de bombeyên fosforê jî hatin bikaranîn. Dijminê ku nikare li hemberî gerîla encamê bigire, bi bomberdûmankirina herêmê dixwaze encamê bigire.

Dijmin teqemenî li balafirên keşfê bar dikir û di ketina tunelên şer de diteqand. Li herêmê gelek caran balafirên keşfê hatin xistin û agahiyên wan hatin parvekirin. Di encama çalakiya me de droneke artêşa Tirk a dagirker hate rûxandin. Di dema teqînê de parçeyên dronê belav bûn. Di vê dronê de 6 perwene hene, ev tê wê wateyê ku bi hêze û dikare teqemeniyan rake. Balafirek a keşfê bêyî ku parçeyên wê zirarek bibîne hate girtin.

Her çiqas dijmin bi çekên giran teknîkî û kîmyewî êrîş bike jî û di tunelên şer de teqînan pêk bîne jî, lê li hemberî îradeya gerîla têk çû. Ji ber ku gerîla xwedî soz, bawerî û îrade ye. Operasyon hê jî didome, heta niha ti encam bi dest ne xistine. Tenê têk diçin.”