Gerîlayên jin ên ciwan dewreya xwe ya perwerdeyê qedandin

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, 32 şervanên jin ên ciwan ji dewreya perwerdeyê ya Şehîd Têkoşîn Baran mezûn bûn.

Şervanên nû yên tevlî nava refên PKK'ê bû, dewreya wan a perwerdeyê roja 24'ê Kanûna 2017'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê qediya. Di merasîmê de endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan, ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Kawenda Herekol jî amade bûn.

32 şervanên jin ên ciwan, ji dewreya Şehîd Têkoşîn Baran a dibistanên perwerdeya bingehîn a Şehîd Erdal mezûn bûn.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan di merasîma girtinê ya dewreya xweser de axivî û got, "Barbarên faşîst bi zordarî û derewan hewl didin keç û xortên Kurdan ji têkoşînê vegirin. Lê belê encam li holê ye." Kalkan işaret bi zêdebûna tevlîbûna li nava refên PKK'ê kir.

'JINÊN ERMENÎ DIVÊ DÎROKA XWE NAS BIKIN'

Jinên Ermenî û Ereb jî tevlî dewreya xweser bûn. Gerîla Stêrk Amed a Ermenî ku yek ji beşdarên dewreyê ye got, "Jinan di şerê azadiyê de li ber xwe dan û şehîd bûn. Divê jinên Ermenî dîroka xwe nas bikin."

Amed diyar kir ku ew jineke Ermenî ye û got, "Jinên Ermenî, Tirk, Suryanî, Ereb û Kurd divê li çiyê bin" û banga tevlîbûnê li hemû jinan kir.

Gerîla Roceng a Ereb jî destnîşan kir ku jinên zext û zordarî li wan tê kirin divê berê xwe bidin çiyê û got, "Pêwîste em berxwedana Şehîd Sara (Sakîne Cansiz) ji xwe re weke mînak bibînin. Û berê xwe bidin çiyê."

'DIVÊ JIN BEDEWIYA ÇIYÊ BIBÎNIN'

Gerîla Delal Şoreş a ji Başûrê Kurdistanê tevlî bû, ji jinan pirsî ku wê heta kengî serweriya mêr qebûl bikin û anî ziman, ku wê dîtiye li nava refên PKK'ê jin digihêjin hêza xwe.

Delal Şoreş got, "Divê jin hemû bedewiya çiyê bibînin û vê ji dil hîs bikin."