Gerîlayên jin: 27’ê Mijdarê ji bo jinan jî roja vejînê ye

Gerîlayên YJA Starê di salvegera 27'ê Mijdarê de axivîn û diyar kirin, ku PKK’ê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo jinan jî roja vejînê ye.

Gerîlayên jin ên endamên YJA Starê bi wesîleya 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK'ê nêrîn û nirxandinên xwe ji ANF'ê re ragihandin. Yek ji gêrîlayên jin Berfîn Amara di destpêka axaftina xwe de 27'ê Mijdarê ku weke 'roja vejînê' tê qebûlkirin, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û gelê Kurd pîroz kir.

Berfîn Amara diyar kir ku têkoşîna 44 sal in îro ji bo hemû gelên cîhanê hêviyek e û wiha dewam kir: “Rêbertiya me li çareseriya pirsgirêk û krîzên gelan digere. Lewma 27’ê Mijdarê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên cîhanê hêviyeke mezin e. Bi taybetî ji bo jinan roja vejînê ye. Têkoşîna ku ji sala 1978’an û vir ve tê meşandin ji roja damezrandina partiya me ve nirx û mîrateyên mezin hiştiye. Mînaka vê ya dawî me bi taybet di rastiya şehîd Sara de dît.”

RAMANÊN RÊBER APO BANDOR LI TEVAHÎ CÎHANÊ KIR

Gerîlaya din a bi navê Viyan Rengîn jî bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê ya fermî ya 27'ê Mijdarê nêrînên xwe anî ziman û wiha got: "Azadiya Kurd û Kurdistanê li ser bingeha paradigmaya demokratîk û ekolojik bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Di 27’ê Mijdarê de me ji nû ve jiyanê nas kir. Dema ku em îro lê dinêrin, em dibînin ku hemû jin li dora vê felsefeyê kom bûne.”

Gerîlaya YJA Starê Viyan Rengîn diyar kir ku kombûna gelan û bi taybet jinan a ji bo azadiyê li dora PKK'ê,  ji bo desthilatdaran tê wateya xetereyên mezin û got, "Ji ber vê yekê hema hema her sal planên tasfiye û tinekirina PKK'ê dixin dewrê."

Gerîla Vîyan bal kişand ser serhildanên li Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve dest pê kir û wiha axivî, “Eger îro li Îranê em qala şoreşê dikin, divê em qala pêşengiya wê jinan bikin. Damezrînerê felsefe û şoreşa jinan Rêber Apo ye. Ramanên Rêber Apo bandor li tevahî cîhanê kiriye.”