Gerîlayên HPG-YJA Starê: Viyan bersiv da komplogeran

Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin, ku Viyan Soran pîvana bingehîn a dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" ye û gotin, Soran bersiveke xurt da komplogeran.

Gerîlayan, Viyan Soran di salvegera şehadeta wê de bi bîr anîn û destnîşan kirin, ku Viyan Soran hem di jiyana xwe de hem jî bi şehadeta xwe bû pêşenga guhertinên mezin.

Viyan Soran a ku ji bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bû, di demeke kurt de cihê xwe di nava Komîteya Jinûve Avakirinê ya PKK'ê û Konseya Leşkerî de girt. Li dijî Komploya Navneteweyî û tasfiyekariyê di 2'ê Sibata 2006'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bedena xwe da ber agir. Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera şehadeta wê de ji ANF'ê re axivîn.

FERMANDAR Û PÊŞENGA JINÊ BÛ

Zîlan Kurdistan: Dema ku qala hevala Viyan tê kirin, destpêkê hevrêtî û bedewiya wê tê bîra mirovan. Beriya tevlî bibim min navê wê bihîstibû. Bi fermandarî, nasnameya jin a azad û pêşengiya jinê bandoreke mezin kiribû.

Meşa li ser şopa wê hesteke mezin dide mirovan. Viyan Soran bi eşqa xwe ya azadiyê gaveke mezin di nava gelê Soran de avêt. Ji bo em bibin bersiv ji Viyan re divê em xwe xurt bikin û bigihînin nirxên wê.

Li dijî komploya navneteweyî û tasfiyekariya navxweyî, bi şewitandina bedena xwe nîşan da ku komplo wê bi ser nekevin. Di şexsê wê de dilsoziya me ya bi Rêbertî û hevrêtiyê re xurtir bû. Hevrê Viyan ji bo me hemûyan bû pîvana bingehîn a şiyara 'Bê Rêber Apo jiyan nabe'.

Dema ku tevlî bû dibe ku tenê Viyanek hebû, lê belê niha bi hezaran Viyan li van çiyayan hene. Gelê me jî navê Viyan li zarokên xwe dike û êdî ji her alî ve nemir bûye. Em, hevrêyên wê heta dawiyê em ê li ser şopa wê bin û xeyalên wê bi ser bixînin.

HÊVÎ Û HÊZ DA Û GUHERT

Mizgîn Ronahî: Hevrê Viyan di dema xwe de rê li ber vejîn û guhertineke nû vekir. Di dîrokê de tiştekî wiha heye; hin mirov di dema xwe de hêvî û hêzê didin û rê li ber guhertinê vedikin. Hin mirov jî bi şehadeta xwe dibin mîlad. Hevrê Soran jî hem di dema jiyana xwe de hem jî bi şehadeta xwe gelek tişt di dîroka me ya têkoşînê de afirand û bû pêşenga guhertinên mezin.

Xwedî armanc û xeyalên mezin bû ku sîstema desthilatdariyê-koledariyê hilweşîne û mirovahiya azad biafirîne. Wezîfeya dikeve ser milê me ew e ku em armancên wê pêk bînin û têkoşînê xurtir bikin.

Demekê hin mirov hebûn ku dixwestin destên xwe yên qirêj dirêjî tevgera me bikin, nakokiyan biafirînin û parçe bikin. Çalakiya hevala Viyan jî bersiva li wan bû. Ev armancên nebaş ji holê rakir û gihîşt armanca xwe.

Em, hevrêyên wê; em ê têkoşînê mezintir bikin û bi ser bixînin. Soza me ye. Jİ xwe vê sozê em ê hewl bidin nêrîn, hebûn, xeyalên hevrê viyan pêk bînin.

BEDENA XWE KIR AGIR

Şiyar Zinar: Li dijî komplogeran û tasfiyekaran bedena xwe kir agir. Bû xwedî sekneke mezin a fedayî û xwe gihand arastiyê. Bi çalakiya xwe komploger û tasfiyekar têk bir û Tevger û Rêbertî parast. Çalakiya hevrê Viyan ji bo me tecrûbeyeke mezin e. Em, hevrêyên wê; em ê xwedî li vê dîrokê derkevin.