Gerîlayên HPG û YJA Starê: PKK vejîn û hêvî ye

Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê weke "Vejîn û hêvî" pênase kirin.

Gerîlaya YJA Starê Dilpak Hêlîn û gerîlayên HPG'ê Harûn Zafer û Şahîn Serdar ji ANF'ê re axivîn û salvegera damezrandina PKK'ê nirxandin.

Gerîlaya YJA Starê Dilpak Hêlîn: Ji bo me hemûyan 27'ê Mijdarê ji nû ve vejîn û hêvî ye. Ji bo civakên bindest hemûyan hêvî ye.

Gerîlayê HPG'ê Harûn Zafer: Salvegera damezrandina PKK'ê pîroz be. Têkoşîn wê heta dawiyê dewam bike. Nêrîn û fikrên gelê Kurd wê bên pêkanîn.

Gerîlayê HPG'ê Şahîn Serdar: PKK piştî qetilkirina şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer ji aliyê Rêbertî ve hate avakirin. Ji roja avabûye û vir ve têkoşîneke mezin dike.