Gerîlayên HPG’ê li gelek eniyan çalakî lidarxistin

Gerîlayên HPG’ê li Başûr û Bakurê Kurdistanê li dijî  hêzên Tirk ên dagirker gelek çalakî li dar xistin. Li Çewlîgê herî kêm 5 leşker hatin kuştin, encamên çalakiya li herêma Bradostê jî nehate zelal kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla li herêma Bradost a Sîdekanê li yekîneyeke veşartî ya hêzên Tirk xistyie, li Çewlîgê jî li du nuqteyan li hêzên leşkerî dane. Li gorî daxuyaniyê artêşa Tirk a dagirker li dijî Qendilê êrîşeke hewayî ya berfireh li dar xist. HPG’ê ragihand ku bi êrîşên hewayî dixwazin herêman ji mirovan vala bikin û got wê êrîşên dagirkeriyê negijîn armanca xwe.

LI BRADOSTÊ LI YEKÎNEYA VEŞARTÎ HATE XISTIN

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de, 10’ê Hezîranê saet 09:30’an de li geliyê Elî Dirêj yê li herêma Bradost a girêdayî Sîdekan a Başûrê Kurdsitanê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tir a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

‘LI NAVÇEYA ÇERMÊ LI QEREQOLÊ HATE XISTIN: 4 MIRÎ, 2 BIRÎNDAR’

Roja 8’ê Hezîranê saet 16:20’an de hêzên me li qereqola Femê ya navçeya Çermê ya Çewlîgê li dijî komeke leşker çalakiyek li dar xist. Ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin, di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky û Kobra ji herêmê vekişand û operasyonek da destpêkirin. Ev operasyona roja 9’ê Hezîranê saet 14:00’an bêyî encam bigire paş ve vekişiya.

‘LI ÇEWLIGÊ BI SERKETÎ LI QEREQOLA ANITEPE HATE XISTIN’

Roja 9’ê Hezîranê saet 21:45’an de hêzên me li diji qerqola Anitepe ya navenda Çewlîgê çalakiyek li dar xist. Bi serketî li çeperên dijmin hate xistin û qasî hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin. Artêşa Tirk a dagirker roja 10’ê Hezîranê saet 05:30’an de li herêmê operasyonek da destpêkrin û heman rojê di saetên şevê de bêyî encam bigire paşve vekişiya.

LI DIJÎ QENDÎLÊ ERÎŞA HEWAYÎ

Roja 10’ê Hezîranê di navbera saet 11:00 û 12:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîşeke hewayî ya berfireh li dijî  Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qendîlê  li dar xist. Balafirên şer bombe li gundê Bêtala, geliyê Bedrana, Suredê, Dereşê yên girêdayî herêma Kalatûka, girê Şêx Nasir yê girêdayî herêma Balayan, girê Şehîd Cîhan, Kozinê, Bokriskan, geliyê Zergelê û herêma Tepê Hîwa barand.

Artêşa Tirk a dagirker bi dagirkirina herêma Qendîlê re dixwaze gundiyên li vê herêmê bitirsîne û mirovan ji herêmê bide revandin. Di encama van êrîşan de gelek bax û baxçeyên gundiyan xisar dîtine.

Ji aliyê din ve jî hêzên dagirker ên ku li hemberî gerîlayan nikarin şer bikin bi êrîşên hewayî ji raya giştî re diyar dikin ku ew encaman distînin û di çarçoveya şerê taybet û psîkolojîk de li ser nûçeyên derew propagandayê dikin. Dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê di 14’ê Kanûna 2017’an de li herêma Bradostê ya Sîdekanê hatiye destpêkirin. Li vê herêmê gerîlayên me ji roja pêşîn ve li ber xwe didin û gerîlayên me derbên giran li dagirkeran dixin. Dîmenên ku di Gerîla Tv de tên weşandin belgeya herî şênber a berxwedana gerîlayan e. Li hemberî berxwedana gerîlayan ew ê dagirker tu carî bi ser nekevin û ew ê dagirker li hemberî gerîlayan têk biçin.”