Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên dagirker çalakî li dar xistin

Gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa Tirk a ku dixwest Başûrê Kurdistanê dagir bike du çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de bi giştî 5 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de got ku, “Operasyonên artêşa Tirk ya dagirker a ku 16’ê Hezîranê li dijî herêma Zapê ya Qadên Parastina Medyayê û çalakiyên li dijî vê operasyonê berdewam dikin.

3’yê Tîrmehê saet 09.00’an hêzên me li girê Şehîd Botan bi ser leşkerên dagirker ên Tirk de çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di çalakiyê de hatiye dîtin ku 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.

3’yê Tîrmehê saet 11.40’an û 4’ê Tîrmehê saet 09.30’an hêzên me li Qela Bêdewê li dijî leşkerên dijmin du çalakiyên sekvaniyê pêk anîne û di van çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Hêzên me 4’ê Tîrmehê saet 07.15’an li girê Şehîd Xeyrî êrîşek bi ser mewziyên dijmin de anîne. Bi rengekî serkeftî mewziyê derb xwariye, hatiye tinekirin, hatiye dîtin ku 2 leşkerên dijmin hatine kuştin. Hêzên me heman rojê saet 09.00’an careke dî li heman girî xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne baş diyar nebûye.

ÇALAKIYA LI SER ŞANTIYEYÊ

2’yê Tîrmehê saet 16.00’an hêzên me li ser rêya Wan û Şirnexê bi ser leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker de ku ji bo ewlehiya şantiyeya ku rê çêdikirin li giran bi cih bûbûn çalakiyek pêk anîne. Di vê çalakiyê de dozêrek hatiye rûxandin, hatiye dîtin ku kontrayek hatiye kuştin û kontrayek jî birîndar bûye.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker operasyon dane destpêkirin û di navbera hêzên me û hêzên dagirkeran de şerekî giran çêbûye. Hêzên dagirker ku bi bejahiyê nikarîbûn bi ser hêzên me de werin bi obûs û hawanan, bi gelek wesayitên zirxî qad dane ber bombeyan. Di vî şerî de 3 hevrêyên me bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

LI BESTAYÊ LI DIJÎ LEŞKERAN ÇALAKÎ

2’yê Tîrmehê saet 11.30’an hêzên me li Şirnex, Besta, li Girê Sêvo bi ser leşkerên dijmin de çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de çend leşkerên dijmin hatine kuştin û çend birîndar bûne baş diyar nebûye.

2’yê Tîrmehê derengiya şevê artêşa TC’ê ya dagirker di navbera Çaldêranê ya Wanê û çiyayê Tendûrekê de bi pêşengiya kontrayan operasyona dagirkerî daye destpêkirin. Hêzên me heman rojê saet 23.30’an bi ser yekîneyeke dijmin de çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di çalakiyê de tespît bûye ku 2 kontra hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk ya dagirker bi skorskyê leşkerên xwe yên kuştî û birîndar rakirine, ji qadê dûr ketine û piştre qad û derdora wê dane ber top û hawanan.

LI PÎRANÊ ŞER

30’ê Hezîranê saet 09.15’an li Pîran a Amedê, li nêzî gundên Heredan û Dirbê hêzên me û artêşa TC’e ya dagirker li hev rast hatine û hêzên me bi dijmin re ketine şer. Li vir baş diyar nebûye bê ka ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne, gerîlayekî me li vir li dijî hêzen dijmin bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye. Agahiyên nasnameyê yê hevalê me yê ku şehîd bûye wiha ye;

http://www.hezenparastin.com/tr/images/tekoser_ahmet_small.jpg

Nasnav: Tekoşer Herekol
Nav û Paşnav: Ahmet Ozgur
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayik - Bav: Behiye - Ahmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 30 Hezîran 2017 / Amed

29’ê Hezîranê me daxuyaniyek dabû û gotibû 22’yê Hezîranê li Elbaqê ya Wanê, li nêzî gundê Îlê di navbera hêzên me leşkerên artêşa TC’ê de, ku derketibû operasyonê şer derketiye û di şer de 2 hevalên me bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne;

http://www.hezenparastin.com/tr/images/omer_emrullah_small.jpg

Nasnav: Omer Colemêrg
Nav û Paşnav: Emrullah Yalçin
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik - Bav: Narinç - Mahmut
Cih û Dîroka Şehadetê: 22 Hezîran 2017 / Wan

 

http://www.hezenparastin.com/tr/images/siyar_aliser_small.jpg

Nasnav: Şiyar Mazlum
Nav û Paşnav: Alişer Kuday
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Sabiha - Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: 22 Hezîran 2017 / Wan

Hevrê Iskender ku 2009’an ji Êlihê tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûyî, di pêvajoya xebatan de bi kesayatiya xwe ya kedkar û fedakar derketiye pêş. Li çiyayên Kurdistanê weke bi hezaran hevrêyên xwe hemû peywirên şervantiya azadiyê bi layiqî bi cih anîne. Piştî bi 6 salan hevrêyên wî, bi dilsoziya bi bîranînên wî li Qadên Parastinê yên Medyayê li dijî hêzên dagirker têkoşînê didomînin. Di serî de malbata qedirbilind a Erîpek, hemû gelê me yê welatparêz divê bizanibin, em hevrêyên ku li ber ronkahiya felsefeya Rêbertiya xwe, ji bo ku em soza ku me dayî şehîdên xwe pêk bînin em têdikoşin.

Agahiyên sicîlê yê hevalê me yê ku şehîd bûyî wiha ye;

http://www.hezenparastin.com/tr/images/maskeli_foto.jpg

Nasnav: Îskender Koçer
Nav û Paşnav: Îsmet Erîpek
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik - Bav: Sabriye – Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 2011 / Herêmên Parastina Medya