Gerîlayên HPG’ê li Bajêrgehê çalakiyek lidar xist

Di çalakiyên gerîlayan ên lidar xistin de, kepçeyek hate rûxandin, wesayîta bi tîpa Reo hate derbkirin. Gerîlayên HPG’ê wesayîta Reo ya ku ber bi Girê Komando yê girêdayî herêma Bajêrgeh a Colemrêgê ve diçû kirin hedef.

Navenada Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku li ser malpara xwe ya fermî daxuyaniyek da, têkildarî çalakiyên gerîla yên li Qilaban, Nisêbînû Bajêrgehê lidar xistin agahî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

8’ê Tebaxê saet 09:30’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li navbera Qereqolên Girê Vacîp û Girê Çeta ya li navçeya Qilabana a Şirnexê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de kepçeya ku hate hedefkirin hate rûxandin, bi qasî hate zelalkirin jî leşkerek hate kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê herêm bi obus û hewanan bombe kir.

LI DIJÎ QERQOLA GÛRÎNÎ YA GIRÊDAYÎ NISÊBÎNÊ ÇALAKÎ

8’ê Tebaxê saet 19:00’an hêzên me, li dijî Qereqola Gûrînî ya artêşa Tirk a dagirker a girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê çalakiyek lidar xist. Di vê çalakiya çeperên li nava qereqolê hate hedefkirin de, agahiyên zelal ên têkildarî kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehatin girtin.

LI BAJÊRGEHÊ WESAYÎTA REO HATE HEDEFKIRIN

9’ê Tebaxê saet 19:10’an hêzên me wesayîtekî leşkerî ya bi tîpa Reo ya dema ber bi Girê Komando yê girêdayî bajarokê Bajêrgeh a Colemêrgê bi pêş ve diçû kirin hedef. Di çalakiyê de wesayît hate derbkirin, bi qasî hate zelalkirin 2 leşker di wesayîtê de hatiye kuştin.

ARTÊŞA TIRK DARISTAN DAN BER ŞEWATÊ

9’ê Tebaxê saet di navbera 11:00-12:00’an de helîkopterên artêşa Tirk a bi tîpa Kobra devera Gundikremo ya Çiyayê Cûdî a Şirnexê bombe kiriye. Di encama bomberdûmana hatî kirin de şewata derketî hê jî dom dike.

OPERSYONA LI ÇEWLIGÊ BÊ KU ENCAM BIGIRE VEKIŞIYA

28’ê Tîrmehê artêşa Tirk li herêma Şehîd Xebat a girêdayî Çewligê dest bi operasyonekê kiribû. Artêşa Tirk a bi helîkopterên Kobra, bi obus û hewanan bombe kirin, 29’ê Tîrmehê bê ku encamekê bigire vekişiyaye.

GERÎLAYÊ KU LI HEZEXÊ ŞEHÎD KETÎ

Daxuyaniya ku me 1’ê Tebaxê dabû, me diyarkiribû ku di encama şerê operasyona artêşa Tirk a li ser gundikê Simo û gundê Hedilê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê dabû destpêkirin qewimî bû, 5 hevrêyên me şehîd bibûn. Detayên têkildarî nasnameya hevrêyên me Rojhat wiha ye;

Nasnav: Rojhat Botan
Nav û Paşnav: Nûrettîn Kultur
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê - Bav: Fatma - Omer
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex/2’yê Tîrmeha 2017