Gerîlayên HPG’ê çalakiya sabotajê lidarxist: Wesayîta zirxî hate rûxandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİM) ragihand ku hêzên gerîla li dijî wesayîta zirxî ya ber bi navçeya Çelê ya Colemêrgê ve diçû, çalakiya sabotajê lidar xistine û wesayît hatiye rûxandin.

HPG’ê got; “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 4’ê Tîrmehê saet 06:00’an li dijî wesayîta zirxî ya tîpa kirpî ku di navbera qereqola Êrîş û Serê Sêvê yê navçeye Çelê ya Colemêrgê tevger dikir, çalakiya sabotajê lidar xist. Di çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin û hemû leşkerên di wesayîtê de hatine kuştin lê hejmara leşkerên hatine kuştin nehate testpîtkirin.

Roja 4’ê Tirmehê saet 10:00’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Stûna yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidar xist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin ên li gir hate xistin û hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate testpîtkirin.”