Gerîlayên HPG’ê: Berxwedana me wê ji bo azadiya Rêber Apo be

‘’Wê di salvegera 41’ê ya PKK’ê de berxwedana gerîla ji bo azadiya Rêber Apo were rêvebirin.’’

Gerîlayên HPG’ê têkildarî salvegera damezirînê ya 41’ê ya PKK’ê axivîn. Gerîlayan gotin, ‘’ Gerîlayên HPG'ê bi berxwedana xwe li serşopa dîrok û nirxên serhildanên Kurdistanê ye.’’

Gerîlayê HPG’ê Sîpan Welat, berxwedana li dijî operasyonên artêşa Tirk nirxand û wiha got; ‘‘Em li ser tektîk û pêngavên nû hûr dibin. Dewleta Tirk di nav salê de şerekî taybet kir. Li qadên Xakurk û Heftenînê xwest derbeyan li gerîla bide lê ev pêknehat. Di çapemenîya xwe de şerê taybet da ber xwe. Di nav salê de li hember hemî teknîk û balafirên dewleta Tirk gerîla li ser piyan e. Li her deverên Kurdistanê berxwedana xwe berdewam dike. Em ê ji bo salvegera partiya me hê bêhtir tekoşîna gerila geş bikin. Civaka me, gelê me jî dizane, derîyên çiyayan nîne, her hevalekî me, her gerîlayek, di parastina Kurdistanê de erkdar e. Dewleta Tirk hewl dide gerila reş bike, di çapemeniya xwe de dibêje hêza gerila ji bo şer û ji bo berxwedanê nemaye. Di rastiyê de tiştek wisa tune ye, artêşa Tirk li heremên Serhed, li heremên Botanê, li Xakurkê derbên giran xwar.’’

GERÎLA DIKARE LI DIJÎ QIRKIRINÊ RAWESTE

Gerîlayê HPG’ê Sîpan Welat salvegera 41’ê ya damezirandina PKK’ê li hemû gerîlayan piroz kir û got, ‘’Li Kurdistanê ji bilî berxwedanê ti rê nîne. Bi rojan û bi salan e li ser gelê me qirkirin heye, zext hene, qirkirina çandî heye. Artêşa Tirk çi tiştê bi navê gerîla, bi navê PKK’ê, bi navê Kurd dixwaze ji holê rake. Heke berxwedana gerÎla nebe, parastin jî namîne. Li Kurdistanê nirx û wateya civaka Kurd jî namîne. Di nav salê de û di berxwedana grevên birçîbunê de hat dîtin, dewleta Tirk çawa dît ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê grevên birçîbunê hat sekinandin, li hembeî gerîla êrîşên berfireh hatin despêkirin. Heke dewlet û artêşa Tirk mecal û derfet bibînE, wê bi her awayî êrîşên qirkirin û topyekun birêve bibe. Em gel û gerîla divê em êrîşên artêşa Tirk pûç bikin. Ji bo sala nû berxwedaneke bênavber lazim e. Gerîla bi hêz li berxwe bide, wê qirkirin û metirsîyên li ser gelê me jî bi berxwedana gerîla bêne pûçkirin. Encax berxwedan û têkoşina gerîla dikare li hember qirkirina Kurdan bisekine.’’

ARMANC ŞIKANDINA PERGALA LI IMRALIYÊ YE

Gerîlayê HPG’ê Birûsk Munzur jî di nav axaftinên xwe de bal kişande ser pergala Imraliyê û armanca gerîla wisa anî ziman; ‘‘Dewleta Tirk ji bo gerila imha bike, ji bo gelê me qir bike, ti rê û rêbaz nema ku bi kar neanî. Bi teknîka herî pêşketî çiyayên Kurdistanê tên bombekirin. Bi balafirên xwe, bi ÎHA-SÎHA’yan hewil dide encam bigire. Gerîla jî di her qadeke çiyayan de xwe bi cih kiriye, rêbazên xwe guhertî ye, liv û tevgera xwe guhertî ye. Artêşa Tirk Ji bo îmha kirin û tune kirina gerîla her tiştî dike. Aboriya xwe diqedîne. Hewl dide civakê bixapîne. Wek salên berî hêza artêşa Tirk ya şerkirinê nemaye, bi balafiran, ji bikaranîna tank û topan diyar dibe ku hêza wan di bejahîyê de nemaye. Gerîla di sala nû de wê bi plan û projeyên xwe berxwedana xwe bidomîne. Yek armanca sereke ya gerîla heye wê li hember tecrîd û pergala Imraliyê berxwedanê geş û gur bike.’’

LI HEMBERÎ DÎROKÊ BERPIRSYAR IN

Gerilayê HPG’ê Birusk Munzur got, her gerîla li hember dîrokê berpirsyar e û wiha dawi li axaftinên xwe anî.‘‘Civaka me, gelê me, xwedîyê nirxên pîroz in. DîrokekE xwe yê du dirêj ya berxwedanîyê heye. Ji damezirandina PKK’ê û vir ve guhertinên mezin li Kurdistanê û heremê çêbûn. Bi paradigmaya Serokê me kesayeta Kurd û di nav civaka Kurd de şoreşa ramanê çêdibe, şoreşa sedsalê çêdibe. Civaka exlaqî û politik ji bo xwe esas dibîne. Gerila di aliyê birdozî û di aliyê leşkerî de pêşengiyê li civaka Kurd dike. Her çiqas di dîroka Kurdistanê de û di serhildanan de, ku li Kurdistanê encamên xwe serkeftî nebe jî, kevneşopîyekî xwe yê serhildan û raperînan heye. Gerîlayên HPG'ê bi berxwedana xwe li ser şopa dîrok û nirxên serhildanên Kurdistanê ye. Wê gerîla ji bo parastina axa Kurdistanê, ji bo dîroka Kurdistanê xwe berpirsyar bibîne.’’