'Gerîlayên azadiyê konsepta tunekirinê pûç dikin'

'Ti operasyonên dewleta Tirk wê bandorê li armancên gerîla neke. Gerîla di her şert û mercî de bersivê dide dagirkeriyê. Erka gerîla parastina civaka Kurdistanê, têkbirina faşîzmê û bidawîkirina tecrîdê ye."

Gerîlaya YJA STAR’ê Avaşîn Hîzan diyar kir ku operayonên Artêşa Tirk ên li Bakurê Kurdistanê bi ser neketin û got, "Li qadên Bakurê Kurdistanê konsept û pilanên Artêşa Tirk têk çûn. Tiştên ku dewleta Tirk pêk tîne şerekî hovane ye û li derveyî exlaqê mirovatiyê ye. Di konsepta Artêşa Tirk de tenêm gerîla nîne, zext û êşkenceyan li ser civakê û li ser gel çêdike. Di her operasyonekê de hewl dide, gelê Kurd û gerîlayên azadiyê Kurdistanê teslîm bigre. Artêşa Tirk li herêma Wanê bi dehan operasyon li dar xistin. Di çapemeniya Tirk de wisa didan xuyakirin, 'me kuşt, me xilas kir, me qedand' bi van gotinan şerekî psîkolojik û şerekî taybet bi rê ve birin. Şervan û gerîlayên Kurd çalakiyên gelek bi bandor li hember artêşa Tirk li dar xistin. Di vê pêvajoyê de gel û tevahî civak dizane ku Dewleta Tirk bi operasyonên cur bi cur xwest li her cihê ku gerîla li wir heye reş bike, vê propagandayê li hember gerîla ti encam negirt. Hevrêyên me li beramberî Artêşa Tirk çalakiyên sabotajê pêk anîn. Di şexsê hevrêyên me Qendîl, Tirêj û Mazlum de destanên lehengiyê hatin nivîsandin."

'ÇALAKIYA SEMA KOÇER ISRARA JI BO AZADIYÊ YE'

Gerîlaya YJA STAR’ê Hîzan di dewama axaftina xwe de çalakiya canbexşane ya gerîlaya YJA STAR’ê Sema Koçer jî ku li herêma Serhedê pêk anî bû wiha anî ziman; "Çalakiya hevrêya me Sema Koçer, di sala 2019’an de mohra xwe li dirokê xist, vê çalakiyê hebûna Kurd, jina Kurd û nasnemya Kurd diyar kir. Dijminê Kurdan û dijminê mirovatiyê di şokê de hişt. Dewleta Tirk dijminê Kurd û Kurdistanê ye. Li her çar perçeyên Kurdistanê zordariyê li gelê me dike, pilanên qirkirinê çêdike, zimanê civakê qedexe dike, xwezaya Kurdistanê qir dike, li qadên Bakurê Kurdistanê xwest ku gel û gerîla ji hev qut bike. Dewleteke ku mafê te yê jiyanê nas neke, hebûna te qebûl neke, heger nasnameya te îradeya te neyê naskirin, tenê li pêşiya te yek rê dimîne, ew jî têkoşîn û berxwedanî ye, polîtîkayên Artêşa Tirk ên sixuriyê ye, polîtîkayên qirkirinê ye, polîtîkayên bê nirx û bê dîrok hiştinê ye. Her çiqas gelê me civaka me bizanibe jî dewleta Tirk li ser Kurdan kuştinê ferz dike, teslîmbunê dixwaze, lê gerîlayên Kurd, jina Kurd xwediyê rihekî serhildêr e. Jina Kurd di her pêvajoyê de bi sekna xwe bi çeka xwe bi îradeya xwe serî netewandî ye, jina Kurd jina ku di nav PKK’ê de şer dike, ne mimkune ku carek din koletiyê qebûl bike, çalakiya hevrêya me Sema ya ku li herêma Serhedê pêk anî, dewleta Tirk baş fêm kir ku çiqas hêza gerîla ye. Her tiştê dewleta Tirk vala derket. Çalakiya Sema Koçer di dilê dijmin de pêk hat. Çalakiya Sema Koçer, ji bo azadiya gelê Kurd e û di azadiyê de israrbûyîn bû."

'DIVÊ JINÊN KURD KONSEPTA QIRKIRINÊ TÊK BIBIN'

Gerîlaya YJA STAR’ê Avaşîn Hîzan di dawiya axaftina xwe de konsepta qirkirinê ya li beramberî jinan nirxand û wisa bi lêv kir; "Rêber APO gelek tişt fêrî me kiriye, berxwedaniya ku di nav PKK’ê de tê kirin, ne mimkune ku ti caran li bin bikeve. Her çiqas, di nav civakê de kuştin hebe, li ser gelê me polîtîkayên qirkirinê hebe jî, wê doza jinan, berxwedaniya jinan, bi ser bikeve, faşîzma ku heye, dixwazin li hember gelê me gav paşve bidin avêtin, di dîroka PKK’ê de bi sedan destanên lehengiyê hene. Gerîla di nav çiyayên Kurdistanê de bê ku bisekine, bê ku raweste şerê xwe li beramberê dagirkirinê û di astekê bilind de dimeşîne, têkoşin dike. Gerîla li nava têkoşîna azadiyê erka xwe ya dîrokî dizane, heta ku jinên Kurd, azad nebe, civaka Kurd di bin vê faşîzmê de xilas nebe, şerê gerîla di nav çiyayan de naqede. Rojek berî rojekî dixwazin, tecrîda li ser Rêber APO bi dawî bikin, lê divê di sala 2021’an de jinên berxwêdêr vê konsepta qirkirinê vala derxînin û divê bi teqez were têk birin."