Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 3 dagirker ceza kirin

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran 7 caran bi bombeyên qedexe êrîşî Qadên Berxwedanê kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer ev agahî da:

“Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi bombeyên qedexekirî, 8 caran bi balafirên şer, 26 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kiriye.

Agahiyên li ser çalakiyên ku hatine kirin û êrîşên pêk hatine wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

15’ê Mijdarê saet 11.00’an dagirkerên ku ber bi çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a girêdayî herêma Çemço ve diçûn, destpêkê bi taktîkên sabotajê û piştre jî bi çekên ferdî li wan hat xistin.

Di 15’ê Mijdarê de tîmên me yên bi tevger 3 caran bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sîda xistin.

Di 15’ê Mijdarê de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sîda ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hat cezakirin.

15’ê Mijdarê saet 14:20’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.

15’ê Mijdarê saet 06.00’an tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li konvoya dagirkeran a ji Sîda ber bi Çemço ve diçûn dan.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 15’ê Mijdarê de çeperên şer ên Şehîd Sîpan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran, çeperên şer ên Şehîd Çekdar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê, çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemço carekê, çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîda 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

15’ê Mijdarê bejahiya Gundê Şêrawa ya Garê û Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Çemço 8 caran bi balafirên şer hatin bomberdûman kirin.

Di 15’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Saca, Karker, Kurojahro, Girê Amediyê û Girê Cûdî 26 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 15’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Saca, Girê FM û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di 15’ê Mijdarê de artêşa Tirk a dagirker hewl da ku çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemço bi kepçeyan hilweşîne.”