PKK'ê şehîd Hayatî Er bi bîr anî

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, gerîla Hayatî Er (Zinar) bi bîr anî ku Hezîrana 1989'an şehîd bû.

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, gerîla Hayatî Er (Zinar) ê li herêma Garisa Girê Mêşa ya Botanê di sala 1989'an de şehîd bû bi nameyekê ya ji bo malbatê bi bîr anî.

Nameya komîteyê ya ji bo malbata Er wiha ye:

"Di destpêkê de bi navê Tevgera me, em ferdên malbata we bi kûrtirîn hestan silav dikin û rêzên xwe pêşkêş dikin. Ji ber sedema mercên ku em tê de ne, hinek çavkaniyên zor û zehmetiyên ku têkoşîna me tê de ne, me nekariye xwe bigihînin navnîşana we û vê rewşê hiştiye ku hinekî dereng bibe. Em hêvîdarin ku hûnê di vî warî de me fam bikin.

Ji malbata birêz ER re ;

Hevrêyê me yê hêja û kurê we Zinar êş û tengasiyên ku gelê me ji nêz ve dît, evana bi kûranî di dilê xwe de hîs kir û ji bo dawî li van êş û tengasiyan bîne tevlî nava refên gerîla bû, bû hêviya azadiyê ya gelê xwe. Wî li hemberî statûya koledariyê ya ku gelê Kurdistanê ji aliyên dewletên mêtînger ve di nav de serîrakirine, weke peywira exlaqî û mirovahî ya herî bingehîn a bûyîna Kurdistanî û welatparêzî pejirandiye û bi hesasiyeteke mezin li dengê wîjdanê xwe guhdar kiriye, bi mînaka jiyana fedekariyek kin, lê belê bi nirx daye nîşandan. Hevrêyê me yê ku egîd û rûmetdarê dozê û kurê we yê dildar Zinar, doza azadiya gelê Kurdistanê weke wateya yekemîn a jiyana xwe dîtiye, hevrêyê me ji roja tevlîbû heta roja şehîd ket, her dema xwe ji bo welatê me bigihîje azadiya xwe, ji bo gelê Kurd bi azadî bijî û di nava gelê cîhanê de cihê xwe yê bi rûmet ku heq kiriye bigire, li hemberî gelê xwe, welatê xwe û Rêber Apo hezkirin û girêdanek mezin hîs kiriye û bi fedekarî xebitiye. Di Hezîrana 1989’an de, li herêma Garisa ya li Girê Mêşa ya girêdayî Botanê di encama şerê li hemberî hêza dewleta Tirk a dagirker de, bi qehremanî şer kiriye û tevlî nav refên şehîdên bê mirin bûye.

Serê hemû gelê Kurdistanê û we malbatê sax be. Em dixwazin hûn bizanibin ku em êşa we parve dikin û em weke hevalên wî/wê yên çekê (dozê-rê) herî kêm bi qasî we êşa hevrêyê xwe dikişînîn. Em ê vê êşê bi şayanî rakirina çek û ala wî hilgirtiye û em dixwazin êşên me di bilindkirina têkoşîna xeta hemû şehîdan de, sivik bikin. Em hêvî dikin ku hûn hemû ferdên malbatê yên bi rûmet jî, vê şehadeta mezin bi sebir û berxwedaniyekê pêşwazî bikin û di heman rastekê de nêzîk bibin.

Tu gel bêyî ku bedêlan bide negihiştiye azadiya xwe û jiyana bi rûmet heq nekiriye. Rêya rastirîn ku mirov dawî li êşan bîne, bê mirinkirina şehîdan bi xwe ye. Wateya vê jî, ji bo armancên ew pê ve girêdayîbûn pêk anîne, zêdetirîn bi têkoşînkirinê re derbas dibe. Çiqas têkoşîn bilind bibe wê ewqas şehîdên me jî bi nirxên bê buhayî ya di dilê gelê me de heta ebediyetê bijîn.

Hûn jî, ji bo xwediyê zarok, bira û xizmekî qahreman ê weke hevrêyê me yê şehîd in, çiqasî pê serbilind bibin jî, di cih de ye. Em weke rehevalên wî her tim pê serbilind bûn. Em ê ji bo armancên wî pêkbînin bijîn û ala ku wî hildigirtiye ji bo li lûtkeya welatekî demokratîk û wekhev-azad, gel birayên hevin biçikilînin, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku şehîdên me ala ku bi şeref hilgirtine veguheztin me, em weke ji vê rastiyê bi bawer in bi ruhêkî fedayî çûne ser dijmin. Ew hêza bingehîn ya çavkaniya me, paşeroja me, roja me û pêşeroja me ne. Bersiva herî rast ku em ji bo bîranîna wan bidin, wê bibe gelekî azad û welatekî azad.

Wan tu daxwazên din ji me nekirin. Em dizanin ku, niha gelek gorên şehîdên me bi xwe jî nînin. Ji xwe wan jî ji me ne gor, welatekî azad xwestibûn. Ji ber vê sedemê ji bo wan tirbên herî mezintirîn ku em bidin çêkirin, ew Kurdistana ku tine tê hesibandin e, tê înkarkirin weke welatekî azad di navenda Rojhilata Navîn de bi şewazekî balkêş avakirine! Tirbên herî bi rûmet ên ku şehîdên me têde bi rihetî razên ev in! Yekane sonda me ya ku em her roj dubare dikin û ticarî em berovajî vê nekevin jî ev e!

Em weke gelên herî kevnar ji bo ku me daxwaziya bi zimanê xwe ve, bi çanda xwe ve û em çarenûsa xwe bi xwe bi azadî bidin diyarkirin, em li beramberî feraseta desthiladar a ku dixwaze hebûn û rumeta me bêyî ku bi tiştekî bihesibînin û ji holê rakirinê re rû bi rû ne. Bila bêbawerkirin ku, em ê li hemberî dijminekî wiha ku hêmû pêngavên em ji bo aştiyê davêjin lewaz dibîne, ew destê me yê ji bo aşitiyê em dirêj dikin ji bo ku bişkîne, êrîşên xwe zêde dike û li hember dijminekî wiha ku dixwaze pêşeroja gelê me ji bê rûmetiyê re mehkûm bike, em ê di xeta şehîdên xwe de heta ferdên xwe yê dawî têkoşînê bidin. Em dixwazin bê zanîn ku ji bo bi şêwazekî bingehîn dawî li êşên dayikên Kurdistanê bên anîn û di welatê me de jiyaneke azad û birûmet bê pêşxistin, em ê di bin her şert û mercî de bi fedayîtî şer bikin û bi biryardariyekî mezin têkoşînê bilind bikin. Em bi hêmû dilê xwe bawer dikin ku ew armanca bingehîn a şehîdên me yên qehreman in, ya di xeta Rêbertî de afirandina têkoşîna aştîxwazî, demokratîk û welatekî azad afirandin dê bi berxwedana bilind a gelê me re hîn jî zêdetir bilind bibe û bigehîje serkeftinê.

Li ser vî bingehî em careke din dibêjin serê we sax be, silav û rêzên xwe yên herî kûrtirîn pêşkêş dikin.

Nav û Paşnav: Hayatîn ER
Navê Tevgerê: Zinar
Navê Dayîk: Halîme
Navê Bav: Hasan
Cih û Dîroka Jidayikbûyînê: gundê Tilminarê /Nisêbîn/ Mardin/14.05.1969
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Badibe-Bagok/16.08.1988
Cihê Şehadetê: Garisa Girê Mêşa/Botan"