Gerîlayê leheng ê Dersimê, ku bêyî bişike şer dikir

Hevrê Yilmaz ku danî ber xwe her gava gerîlatiya 27 salan azad bike, watedar bike û têr û tije bijî, xwe dabû ku bibe fedaiyê jiyana Rêber Apo.

Dersim diyarê berxwedêran e. Ji ber ku çiyayên Dersimê serhildêr in. Her gav ber bi kaşekî ve diçe û li bilindcihan olan dide strana dîrokê. Pêşî ji wan bilindcihan slavê did Dersim. Şiverê dema ku te dibin ber hendefan, îşaret dike bê ka tê kîjan gavê ber bi kû ve bavêjî. Çavên ku hîn bûne li erdê binerin, ber bi şînahiyan bi ezmên ve rast dibin. Êdî ku te dest pê kiribe ku bi serbilindî bimeşî, ev tê maneya ku Dersim êdî hazir e te hembêz bike. Ya dimîne êdî ew e ku bêyî ku serê xwe bitewînî, tim bi serbilindî, gava xwe leztir bikî û bi awirên kûrtir bi hezkirin bimeşî. Di vê meşê de giyanê Dersimê li ser rihê te neqş dibe. Êdî tu zaroyekî Dersimê yî û hemû Dersim bi tevahî tu yî.

Dîroka ku hate xwestin li Dersimê were temamkirin, bi şerê jiyana azad a gerîla ji nû ve zindî dibû, li vê derê her rihê ku dibe Dersim, bû şitla zindîbûnê û daristana azadiyê. Gerîlayekî ku li çiyayên Dersimê dest bi meşê kirî, li dijî êrîşên qelandina kokê û qirkirinê, soza ku şerê mezin bikin ji zû ve dane. Yilmaz Dersim e yek ji wan kesan e ku hê nû çavê xwe li jyanê vekirî, êşa Dersimê ji lorîkên dilê daxkirî yên dayikan bihistî, bi hêrsa ku tola êşa qirkirinê mezin bûyî, ciwantiya xwe, xeyalên xwe û hemû enerjiya xwe di vê rêyê de danî holê û sond xwariye ku şerê azadiyê bide.

Heval Yilmaz 1975'an li Dersimê jidayik dibe, li Dersimê mezin dibe û li çiyayên Dersimê tevlî nav refan dibe. Hê dema zaroktî tevlî nav têkoşîna azadiyê dibe, salên xwendkariyê di nav xebatên ciwanan de dimîne û cara pêşî wan deman êrîşên dijmin dibîne. Tim şerker e, wêrek e li dijî dijmin eniya xwe zelal e, li nav malbatekî wiha welatparêz û berxwedêr mezin bûye û ev tim hîs kiriye.  Dijminê ku jê weye ku wê bi zindana têkoşîn û berxwedana Kurdan tine bike, van deman pir caran heval Yilmaz destg3ir dike. Dijmin ku nedikarî rihê wî yê şoreşger zevt bike vê carê jê weye ku bi zindanê wê bikaribe rawestîne. 1993'an 3 mehan û 1994'an 7 mehan li zindanê dimîne, li vir rastiya dijmin xweştir nasa dike, ji hêla îdeolojîk, zanistî ve analîz dike, hêrsa tolhildanê, biryardariya têkoşînê bi rengekî xurt hîn dibe û çawa ku ji zindanê dertê berê xwe dide çiyayan.

Dema ku digihije çiyayan navê xwe dike Yilmaz. 1981'an birayê wî Yilmaz (Kazıim Surgeç) tevlî nav refên Têkoşîna Azadiyê dibe û 1985'an li Dihê ya Sêrtê şehîd dibe, dema ku tê çiyayan navê birayê xwe li xwe dike. Jixwe birayê wî Aydin Dersim (Çetîn Surgeç) jî 1992'an tevlî nav refên gerîla dibe û piştre şehîd dibe.  Heval Yilmaz di êrîşa pêşî ya dijmin de bi biryardariya ku bibe gerîlayê azadiyê bersivê dide, li tevahiya jiyana xwe ya gerîlatiyê tim êrîşên dijmin pûç dike, bêbersiv nahêle, vê ji xwe re dike rêgezeke sereke ya jiyanê. Hevrê Yilmaz, zaroyê serhildêr ê Dersimê, zû bi çiyayan re dibe yek, zû di gerîlatiyê de pêş dikeve, her ku bi pêş dikeve, hevrêyên li dora xwe jî pêş dixe, xurt dike. Dema ku dijmin êrîşê tîne ne ku tenê hevrêyên xwe diparêze her wiha ji xwe re dike rêgezek ku ji mala wan li dijmin bide.  Ji bo hevrêyên di kontrola wî de hevrêyê herî jidil, nêz, heqîqî, devliken e,xof û tirsa dilê dijmin, şervanekî azadiyê ye. Li bara hevrêyên xwe çawa tije hezkirin be li bara dijmin jî ew çend bi hêrs û kîn e. Ji Seyîd Riza heta bi Sarayan dibe şopdarê mîrateya berxwedanê ya Dersimê û şopdarê xeta Apoyî ya fedayî û wiha dixwaze tola bi dehan salan hilîne.

Di navbeyna 1994-1998'an de ku tevlî gerîla dibe li gelek qadên Dersimê, li nav şertên herî zor bêyî dudilî têdikoşe. Bi rengê ku gotina, ''Dost dijmin divê her kes zanibe, li Dersimê li bin her darekê lehengek heye'' ya Seyîd Riza, her dara Dersimê ji xwe re kire mesken, ava wê vexwar, rûyê xwe li axa wê da, her gava xwe li xaka Dersimê da û xaka Dersimê jî li dilê xwe neqişand. Bi salên li cihên herî zor ên gerîla dimîne, birîndar dibe lê bêyî ku gavekê bi paş ve bavêje bi ser dijmin de diçe. Her ku dijmin hewl da ku gelê Kurd û şervanên wê yên azadiyê tine bike, wî jî her roja xwe tevlî hebûnên watedar kir û bû ewladekî birûmet ê gelê xwe.

Ji bo ku tecrûbeya şervanî û fermandriyê kûrtir bike û bixe ber xizmeta gel 1998'an ji bo ku ji Rêber Apo perwerdehihê bibîne û hevdîtina mezin a bi Rêberî re pêk bîne, derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Lê di wê pêvajoyê de komploya navnetewî pêk tê û ev xeyala wî pêk nayê. Ev rewş dibe sedem ku hêrsa wî ya li dijmin rabe, hêrsa wî ya tolhildanê geştir bibe û azweriya wî ya têkoşînê zêdetir dike. Di vê pÊvajoyê de tevlî Kongreya 6'an a PKK'ê dibe. Di vê kongreyê de helwesta xwe ya ku bi çalakiyên fedayî tevlî pêvajoyê bibe û fedaîbûnê geş bike bi zelalî datîne holê. 2000'î li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan, 2003'an li navenda Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz perwerde dibe. Di rêxistiniya pêşî fedayî ya partiya me de cih digire û derbasî Qewetên Taybet dibe.

Heval Yilmaz tim berê wî li qada şerê aktîv a Bakurê Kurdistanê bû û bi vê bingehê lê hûr dibû, Heval Yilmaz bi salan fermandariya hevrêyên fedayî yên Qewetên Taybet dike. Helwesta esîl a di şexsê Heval Yilmaz de, şêwaza wî ya biryardar, hevrêtiya wî ya bi şêwaza fedayî bandor li ser gelek hevalan dikir û piştre ew derbasî Hêzên Taybet dibûn. Ji ber ku li ser mirovan bandorên kûr dikir. Beriya her tiştî pir wêrek bû. Hem di nav têkoşîna nav partiyê de, hem jî li bara dijmin bêyî ku bi hesab be bi helwestên pir wêrek bû. Delodîno bû û ji ber vê jî hevalên wî henek dikirin, jê re digotin, dînê Dersimê. Pir zeraq û pêngavkar bû. Li bara dijmin weke çemekî diherikî, bedena wî kelecaniyekê dihate pêçan. Tirsê û fikarên wî yên şexsî nebûn. Pir dilnizm bû û ji hevrêyên xwe pir hez dikir. Li hemû deverên ku lê dima, mêr, şervan, hemû fermandarên hevrê jê hez dikirin û hurmeteke mezin didanê. Di çanda Apoyî de dibe xwedî pîvanên demokratîk, bi xweşbîniyeke mezin û bi dilekî mezin bû. Li gel karekterê ku çandan resen û otantîk pê re çêkirî, her wiha xisletên netewî jî geş dikir û bi vî rengî dibû giştî, bi her hevalî re dikarîbû têkilî deyne, li ser hevalan şopeke kûr dihişt. Ji ber ku hevrê Yilmaz her demê pêşî hevrê û piştre fermandar bû.

Heval Yilmaz ku di şertên normal de hêza xwe serbest berdida, xwe zêde nedijdand, li eniya pêş, dema haziriya çalakiyekê yan jî li eraziyekê ku ne di kontrola wî de bû, tam bi disîplîn bû, pir baldar bû, bi bihistyariyeke zêde tevdigeriya, dikir ku hemû şervan jî li gorî vê biçin.  Ji ber karakterê wî yê delodînî hevalê wî ew weke bêqural didiîtin, lê xwedî disîpleneke resen a li ser tecrûbe û pêjnkariyê bû.  Kêm diaxivî lê dema ku diaxivî jî ji kûr ve bandor li ser mirov dikir, dida fikirandin. Her kes ji bo ku pê re biçe pratîkê bi dil û can bû, heval û fermandarekî wiha bû ku digotin,''Bes bila Yilmaz li cem min be, ez ê pê re biçim her deverê.'' Dema ku mirov lê dinerî, weke ku mirov li rûpelên dîrokê yê lehengên eşîrê yên berxwedêr, şerker ê Dersimê serê xwe radike.  Zarekî layiqî Dersimê bû ku tevahiya dîrokê weke keleha berxwedanê dihate nakirin û nûnertiya nasnameya Kurd û Elewîtiyê dikir. Peyrevê Seyîd Riza, milîtanê Apoyî yê xeta wê ya berxwedanê bû.

Heval Yilmaz ku kesayata xwe bi xisletên milîtanî yên PKK'ê û pîvanên fedayî bi dirûv kirî, mirovekî têhigiştî û çêker bû. Li bara pirsgirêkan şaşî rexne dikir lê her wiha pir çêker, dilnizm bû û hewl dida ku çareyê bîne. Li bara pirsgirêkan nedixitimî, neçar nedima. Şert çi jî bûna hevrêyî di ser her tiştî re didît, wiha nêz dibû. Pir paqij bû. Ji ber kesayata xwe dilnizm a ji Pîran û derwêşan standî qet ji hevalên xwe ne cihê bû, xwe mezin nedidît, ji xwe cuda nedidît. Tim hewl da ku weke hevrêyên xwe be. Ew jixwe yek ji me bû. Otorîteya wî li ser hezkirinê bû, hurmet jê re dihate nîşandan û li gotina wî dihate guhdarîkirin.

Ji kûr ve girêdayî çanda berxwedana jinê bû ya ji Zarîfeyan heta bi Besêyan, ji Besêyan heta bi Sarayan a Dersimê. Dilsoziya wî ya bi xeta azadiya jinê ve ku bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve geş bûyî, bi tevgera jinê, bi hevrêyên jin re ku pir xur bû. Di têkiliyên xwe de yên bi hevalên jin re, xwedî rehetiya sosyal bû û bi nêzîkatiyeke bi xwe bawer bû. Bandora çanda demokratîk a Elewî li ser vê hebû, ku pê giha bû, lê bêhtir ji ber ku zû çanda şoreşger naskiribû û bi vê çandê re xwe bidirûv kiribû, bandora vê hebû. Li bara jinê tim bi hurmet, nirxdar bû.

2004'an pêngava 1'ê Hezîranê dest pê dike. Heval Yilmaz jî weke hemû hevrêyên Apoyî dixwaze vê pêngavê li Bakurê Kurdistanê xurt bike, pêşengî bike û esareta li ser Rêbertî bişkîne. Ji bo vê p3eşniyar dike ku biçe Dersimê û li Deryaya Reş rêyek were vekirin. 20006'an ber bi Dersimê ve bi rê dikeve. Dema ku digihije Dersimê vê carê jî dixwaze derbasî Deryaya Reş bibe. 2007'an li gel koma fermandarê mezin Celal Başkele ber bi Deryaya Reş ve bi rê dikeve. Koma heval Celal komeke xwedî tecrûbe ye ku ji hêza Dersimê hatiye hilbijartin. Hevalên li cem heval Yilmaz jî komeke ku ji fedayiyên Hêzên Taybet ava bûye. Bi îdîa û fedekariyeke mezin ber bi hedefa xwe ve diçin.  Dema ku ber bi Deryaya Reş ve diçin li Erzînganê li ser îxbarekê li rasta leşkerên artêşa Tirk a dagirker tên ku pêşiya wan birîne û şer derdikeve. Heval Yilmaz bi sax û silamet ji vî şerî xilas dibe lê bi koma wî re têkiliya wî namîne. Koma wî piştî şer vedigere Dersimê. Wî jî kiriye serê xwe ku bi teqezî xeta Dersimê derbas bike. Li gel ku bi tena serê xwe ye jî derbasî Deryaya Reş dibe. Dema rê bi komeke bi hevalekî dî re ku di koma wî de li rast hev tên, rêyên xwe dikin yek û ber bi armancê ve diçin. Li vê derê ji Artêşa 3'yan a Erzînganê derbas dibin. Rihê dijmin jî pê nahise...

Dema ku bi rê de diçe weke keşfekê bike li her deverê dinere, hemû kitekitên eraziyê li bîra xwe dikole. Wanaya xeta boriya petrolê ya ku li vir dîtî weke çalakiyeke ku wê bê kirin di bîra xwe de datîne. Piştre tê û wê dike çalakî. Piştî ku digihije Deryaya Reş hevalê li cem hêsîr dikeve destê dijmin û bi tena serê xwe dimîne. Lê heval Yilmaz bêyî ku bişike, bêyî ku vê weke astengî û pirsgirêkê bibîne, bi ratsî jî maneya navê xwe bi pratîka xwe bi cih tîne û çalakiyê bi serkeftî pêk tîne. Di van çalakiyan de ku bi tena serê xwe dike birîndar dibe. Li Deryaya Reş ku bi halê birîndarî gerîlatî lê zehet e, bi tena serê xwe jî be, têdikoşe. Hez nedikir ku zêde biaxive, behsa xwe bike. Lê ji gotinên parçe parçe tiştên ku li Deryaya Reş jiyaye me dianî ber hev û me fêhm dikir ku çawa bi berxwdaneke dîrokî li ser piyan maye. Kî dizane, belkî jî tiştên jiyayî vegotina wê bibûya mijara çend roman û fîlman, ew tiştên ku li Deryaya Reş jiyayî...

Dema ku li Deryaya Reş e heta ku koma heval Celal wî dibîne bi vî halî têdikoşe. Heval ji ber peywirên rêxistinî biryar li ser didin ku vegerin Dersimê. Wê demê ji heval Şervan Varto ku bi peywira berpirsyariya Hêzên Taybet ên Dersimê radibe, çalakiyeke bi rengê çalakiya sala dewr digire û pêk tîne.  Li Mûnzûran, li Erzîngan Kemahê ku dijmin li wir pir ji xwe bawer bû, bi taktîka ku 'dijmin bikişîne nav eraziyê'', dikişîne eraziyê, koordîneya hêzên dagirker ku derketibûn operasyonê îmha dike û dersa hewce dide dijmin. Bi gotina xwe, çalakiyeke 'biaqalîte' pêk tîne.

Ji Mûnzûran dîsa vedigere Dersimê û bi astên cuda peywiran bi cih tîne. 2013'an bi biryara vekişîna gerîlayan a berbi Qadên Parastinê yên Medyayê ve, piştî pratîka şer a giran a 8 salan tê Qadên Parastinê yên Medyayê. Li vir piştî ku ji Akademiyên Apollon, li Akademiya Mahsûm Korkmaz a Leşkerî û piştre li Ocaxa PKK'ê ya Sakîne Cansiz perwerde dibe, demekê li Fermandariya Eyaletê ya Garê cih digire. Lê 2015'an dewleta Tirk a mêtinger li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd êrîşê tîne. Li cihê ku dijmin dest bi êrîşê kirî kî dikare heval Yilmaz zevt bike? Ew dîsa bi israr û pêşniyaza xwe, ji bo ku bikeve ser rêya Dersimê, koma hevrêyan dide dora xwe û hazir dibe ku bi rê bikeve.

2016'an hevrê Dîcle Tatvan ,Cesûr, Mahîr, Kurtay û gelek hevrêyên din ji bo ku wê bi hevrê Yilmaz re biçin kêfxweş dibin. Ketin ser rêya Dersimê ya dirêj, zor lê dîsa bi eşq, kêfxweşî diçûnê. Vê carê bi berpirsyariyeke giran diçe Dersimê ku çavê xwe lê vekirî, zaroktiya xwe lê jiyayî, ciwantiya xwe lê ceribandî, lê dest bi gerîlatiyê kirî, bûyî fermandar û lê pir li dijmin dayî. Ji ber ku vê carê bi peywira Fermandariya     Qadê ya Dersimê radibe. Barê wî giran, berpirsyariya wî mezin e û ew jî hay ji vê heye. Ji bo ku bi cidiyeke mezin bimeşin haziriya xwe dike û bi rê dikeve.

Piştî ku digihije Dersimê gelek şervan û fermandar li gel ku şehîd dibin jî, heval Yilmaz bi aliyê xwe yê ku tim çareseriyê tîne û qet naşike, li çiyayên Dersimê dengê klêşan, li şivereyên wê dengê meqaban bêyî ku kêm bike têkoşîna gerîla geş dike. Heta ku bi lehengî şehîd bûyî dibe layiqî dîroka esîl a Dersimê, şehîdên Kurdistanê, Rêbertî, gel û hevrêyan û soza pêgirîbûna bi wan pêk tîne.

Hevrê Yilmaz ku danî ber xwe her gava jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 27 salan azad bike û watedar bike, têrû tije bijî, xwe dabû wê ku bibe fedayiyê jiyana Rêber Apo. Gotina Rêber Apo ya, ''Dersim eşq e. Dersim rûmet e, xweşikî ye'', ji xwe re kiribû prensîb. Dersim li dilê xwe neqişandibû û dilê xwe dabû Dersimê. Tim bêhilm, bi kelecanî û coşiyeke mezin, bi bawerî û biryardariyeke qeyîm, bi azawaeriya têkoşînê ya neqediyayî û bi enerjiya 27 salan a gerîlatiyê qet nesekinî, tim têkoşîn xurt kir, bû yek ji fermandarê neşikiyayî. Di têkoşîna azadiyê de ya ji Dersimê heta bi Deryaya Reş, Koçgirî, Qadên Parastinê yên Medyayê tim pêşengî kiriye, em vî fermandarê mezin bi hurmet bi bîr t3inin û ala azadiyê ya ku dewrî me kiriye, em soz didin ku li bilindcihên Dersimê yên weke wî serhildêr, eslî, bi debdebe hildan û li hemû Kurdistanê li ba bikin.