Gerîlayên YRK'ê: Êrîşên li dayikan bê bersiv namînin

Gerîlayên YRK banga xwedîderketina li çalakiyên dayikan kirin û got: “Dayik ji bo me welat e, eger îro li dijî êrîşên li dayikan tên kirin em bêdeng bimînin, em ê li hember êrîşên li ser welat jî bêdeng bin.”

Gerîlayê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrîşên hovane ên dewleta Tirk ên li dijî dayikên girtiyan axivîn û banga hê zêdetir xwedîderketinê bi taybet li gelê Rohilat û her kesê kirin.

‘DAYIK JI BO ME WELAT E'

Kendal Qoser: Xwesteka dayikan ew e ku zarokên wan ên li dijî tecrîda heyî berxwedaneke bêhempa li girtîgeha li welat û derveyî welat dikin bijîn e. Êrîşên li dijî dayikan ên li ber derên girtîgehan ji bo zarokên xwe di nava çalakiyan de ne wê bê bersiv nemînin. Dayik nirxên me yên herî pîroz in. Ji bo jiyananeke azad, welateke azad ku têde me û dayik azad bijîn têdikoşin. Ew êrîş ne ji rêzê ne û kesên êrîş jî li ser tên kirin jî ne ji rêzê ne. Ev êrîş û zext bi zanabûn têkirin. Bang li hemû ciwanên Rojhilat û gelê Rojhilat dikin ku bêdeng nemînin û li kû dibe bila bibe rabin ser lingan û li hemberî êrîşên li ser nirxên me yên pîroz tên kirin bibin xwedî helwest. Xwedî li dayikan derbikevin. Dayik nirxên Kurdan ên herî pîroz in. Ciwan li dijî van kiryaran bi tevlîbûna xwe ya nava tevgera azadiyê û tevlîbûna çalakiyên girseyî wê bersiva êrîşan bide.

‘BIRYARDARIYA DAYIKAN DIJIMIN DITIRSÎNE'

Gerîla Aysel Çiya: Di nava şert û mercên herî giran de domandina grevên birçîbûnê û rojiya mirinê serbilindî û pîroziyeke herî mezin e. Hevrêyên herî baş ên Rêbertiya me ne. Ji bo tecrîd bi dawî bibin hevrêyên me ruh û canê xwe danîne holê. Serxistina vê pêngavê enceq bi danîna ruhê xwe ya holê mikûn e. Berxwedana heyî faşîzmê têk dibe. Di her qonaxê de ku serhildanek mezin tê kirin, dijmin bi êrîşan hewl dide faşîzma xwe zêde bike. Dijmin her roj êrîş dike, bi taybet di vê qonaxa dawî de êrîşî dayikên ji bo zarokên xwe rabûne dikin û bi erdê re kaş dikin. Bila dijmin vê yekê baş bizane ku bi van êrîşan hêrs û kîna me xurtir û mezitir dibe. Çiqas êrîş dijaw jî bibin dayik bi biryardarî tînin ziman ku heta daxwazên zarokên wan bicih neyên wê çalakiyên xwe bidomînin. Ev jî tirsekî mezin xistiye dilê dijmin. Banga me ji bo hemû daykan heye ku mil bidin milên dayikan û dakevin kolanan. Wê bi berxwedanê dijin bişkê û têk biçin. Di vê qonaxê de divê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê hê zêdetir piştevaniya xwe zêde bike. Çiqas em li ber xwe bidin ew ê ewqasî zûtir bigihêjin armancên xwe. Dayik ji bo me welat e, eger îro li hember êrîşên dayikan em bêdeng bimînin, em ê li hember êrîşên li ser welat jî bêdeng bin.

‘EM HÊZA XWE JI DAYIKAN DIGIRIN'

Gerîla Zerdeşt Leylax: Di serî de tecrîda li ser Rêber Apo napejirînin û her wiha êrîşên li ser dayikên girtiyan ku ji bo bi dawîbûna tecrîda li ser Rêber Apo û pêkhatina daxwazên girtiyan li ber xwe didin jî şermezar dikin. Em hêza xwe ji dayik, gelê û felsefeya Rêbertiya xwe digirin. Bi vê ruhê berxwedana zindanan em ê bi ser bikevin. Banga min ji bo gelê Rojhilat û bi taybet ciwanên Rojhilat heye ku tevlî refên gerîla bibin. Bi taybet di vê qonaxa ku tecrîda li ser Rêbertiya me giran dibe û zilm li dayikên me tê kirin tevlîbûna bersiva herî pêwîst e. Êrîşên li ser dayikan em bi ti awayî napejirînin. Dayik nirxên me yên herî pîroz in.

‘HELWESTA ME SOZA TOLHILDANÊ YE'

Gerîla Masîro Botan: Di roja îro de bi pêşengtiya gelê me yê welatparê û hevrêyên me yên li zindana berxwedaneke bê hempa tê kirin. Dîsa dayikên me ji bo şikandina tecrîdê û xwedîderketina li zarokên xwe bê navber di nava çalakiyan de ne. Em êrîşên dewleta Tirk a li ser dayika napejirînin û helwesta me soza tolhildanê ye. Her kesên ku van êrîşan qebûl nakin divê serî hildin. Dayikên me nirxên me yên herî mezin in. Daxwazên wan aştî, jiyankirina zarokên wan û jiyaneke azad e. Divê gelê her çar parçeyên Kurdistanê vê bibîne û li gorî vê bibin xwedî helwest û rabin ser lingan.

Li ser vî bingehî bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî zilmê rabin bibin xwedî helwest û serî rakin, tevlî tevgera azadiyê bibin.