Gerîlayê HPG'ê Kurdistanî li Kerkûkê hate bîranîn
Li Şengalê gerîlayê HPG'ê Ramîn Zendpûr (Koşer Kurdistanî) ê di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmekê li Kerkûkê hate bîranîn.
Li Şengalê gerîlayê HPG'ê Ramîn Zendpûr (Koşer Kurdistanî) ê di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmekê li Kerkûkê hate bîranîn.
Bîranîna ku malbata Kurdisanî amde bû ku ji aliyê KODAR'ê ve hate organîzekirin axaftin hatin kirin. Di axaftinan hat diyar kirin ku têkoşîna gelê Kurd bilind bikin û bang li partiyên siyasî hate kirin ku li dora kongreya netewî kom bibin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû berxwedêrê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hate girtin ve destpê kir. Li ser navê PJAK'ê Şervîn Mazlûm axivî û got: "Şehîdna xaka Kurdistanê bi berdêla rijandina xwîn xwe parastin. Bi van berdêlên giranbûha Kurdan destkeftiyên mezin bi dest xistin. Şehîd Koşer, li Şengalê li dijî qirkirina Kurdên Êzidî bi awayekî aktîf di têkoşînê de cih girt û şehîd bû. Tişta ku şehîd ji me dixwaze li dar xistina Kongerya Netewî û jiyanekî birûmet ji bo gelê xwe ava bikin e."
Li ser navê malbata gerîlayê HP'ê Kurdistanî jî birayê wî Afşîn Zendbpûr axivî û diyar kir ku ew bi têkoşîna birayê xwe serbilind in û wiha got: "Di têkoşînekî bi vî awayî de cih girtin û şehîd ketin ji bo me çavkaniya rûmet û moralê ye. Birayê min û hevalên wî qehremanên Kurdistanê yên ku ti car neyên ji bîr kirinin. Ez hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim."
Hevseroka Tevgera Azadî a Kerkûkê Reyhan Hemedî jî bi bîr xist ku li Kurdistanê gerîla û pêşmerge di heman çeperan de şer dikin, divê Kurd li ser vî bingehê hevkariyê Kongereya Netewî li dar bixin.
Hemedî wiha got: "Beriya niha bi sed salan hêzên hegoman hatin gel hev û bi peymanên lihevkirinê Kurdistan kirin parçe. Îro bi heman planan, dewleta Tirk, Îran, Katar jî di nav de hem hêzên herêmî û hem jî hêzên gerdûnî dixwazin pêk bînin. Ya dikeve ser milê me bi lidarxistina Kongreya Netewî dawî li planên bi vî awayî bînin."
Di merasîma bîranînê de li ser navê Dayîkên Aştiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Şeyda Rehîm jî axifî. Rehîm diyar kir ku êdî ti wateya sînorên ku Kurdistan kirine çar parçe nemaye, Îro ronahî di demê herî tarîtiyê re derbas dibe, êdî derfetê desthilatdaran ku desthilatdariya xwe û zilma xwe bidin meşandin nemaye.
Piştî axaftinan sînevîzyona jiyan û têkoşîna Ramîn Zendpûr (Koser Kurdistanî) li xwe digire hate pîşandan.
Bîranîn bi dawî bûna sînevîzyona û dirûşman ve bi dawî bû.