Gerîlayan li Zap, Çarçella û Xakurkê li dagirekan xist: 10 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê duh li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî li dar xist. Di çalakiyan de herî kêm 10 leşker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî êrîşên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê, şevê din rêzeçalakî li dar xist.

Gerîlayan li herêma Hergol a Zapê, Tepebay a Çarçella û Girê Şehîd Sarya ya Xakûrkê li dijî leşkerên Tirk çalakî li dar xist. Di çalakiyan de herî kêm 10 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) heta niha têkildarî çalakiyan daxuyaniyek nedaye.