Gerîlayan li Xakurkê li dagirkeran da: 4 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker du çalakiyên hemwext lidar xiste û di çalakiyan de 4 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİM) têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê got gerîlayan li Xakurkê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker du çalakiyên hemwext lidar xistine û di çalakiyan de 4 leşker hatine kuştin.

Berfirehiya daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 1’ê Tebaxê saet 13:00’an hemwext li dijî tevgera dagirkeriyê ya li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de 2 çalakî lidar xist.

LI XAKURKÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Botan bicih bûbûn çalakiyek lidar xist. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin û 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran biserûber derdora herêmê gulebaran kir.

Yekîneyeke veşartî ya dagirkeran ku li pervanên Girê Şehîd Sarya bicih bûnûn, bûn hedefa hêzên me. Hêzên me bi serketî li yekîneya dijmin da û 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran biserûber derdora herêmê gulebaran kir.

Yekîneyên me yên ev du çalakî pêk anîn bi silametî gihiştin baregehên xwe.

LI GEVERÊ OPERASYON

Roja 28’ê Tîrmehê hêzên TC’ê ya dagirker li herêma gundê Dêzê û herêma Balayan Jor û Balayan Jêr ên navçeya Gever a Colemêrgê operasyonek da destpê kirin. Heman rojê saetên şevê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopteran herêm bombebaran kir. Operasyon roja 31’ê Tîrmehê paşve vekişiya, têkildarî opeasyonê agahiyên ku bidestketin wê bi raya giştî re werin parve kirin.

LI GIYADINÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Roja 27’ê Tîrmehê saet 20:30’an li herêma Giyadin a herêma Tendurekê yekîneyeke me û hêzên artêşa TC’ê ya dagirker hatin pêşberî hev û li vir şer derket. Di şerê giran ê li herêmê qewimî de 2 hevreyên me yên ku bi lehengî şer kirin û derbeyên giran li dijmin xistin şehîd bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker seatên şevê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.

ÊRÎŞA HEWAYÎ

Roja 1’ê Tebaxê saet 21:50’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker herêma Karker a herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombeberan kir. Di vê bombeberanê de tiştek bi hêzên me nehatiye."