Gerîlayan li Girê Koordîne li dagirkeran xist

Gerîlayên HPG/YJA-Star şevê din li girê Şehîd Bager yê Girê Koordîne ya navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk çalakî lidarxist. Hate ragihandin ku di çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, gerîlayên HPG/YJA-Star şevê din li girê Şehîd Bager ê girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidarxist. 

Li gorî agahiyan di çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene. Li aliyê din çapemeniya Tirk ragihand ku di çalakiya gerîlayan de 4 leşker mirin e û 6 leşker jî birîndar bûne.

Tê payîn ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê saetên pêş di derbarê çalakiyê de daxuyaniyekê bide.