Gerîlayan li Geverê li çeper û kozikên leşkeran da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan bi ‘Xurtî’ li kozik û çeperên leşkeran ên li Geverê dane.

HPG’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku gerîlayan 3’yê Tîrmehê li devereke ya navçeya Gever a Colemêrgê li dijî leşkerêan çalakiyek kirine.

HPG’ê ev got: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên me 3’yê Tîrmehê saet 07:30’î li dijî artêşa TC’ê ya li Girê Şehîd Elîşêr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bicih bûbûn, çalakiyek kirin.

Di vê çalakiya bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hatin xistin de, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.”