Gerîlayan li Agiriyê li dagirkeran da

Gerîlayên HPG/YJA-Star 9’ê Çileyê li dijî qereqola Vedat Ozkaya ya navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek li dar xist.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan 9’ê Çileyê li Agiriyê çalakî kirine. HPG’ê got; “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Serketî ku li Eyalata Serhedê didome de, roja 9’ê Çileyê li dijî qereqola qereqola Vedat Ozkaya ya navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de leşkerên dijmin bûn hedef, hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin.”

HPG’ê ragihand ku balafirên şer bombe li Garê barandine û wiha domand; “Roja 7’ê Çileyê navbera saet 13.00 û 14:00’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdora gundê Kanî Mazî yê herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Di vê bombebaranê de ti windahiyeke hêzên me çênebûn.”