Gerîlayan li Çelê, Şemzînan û Sîdekan li dijmin da

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li Çelê, Şemzînan û Sîdekanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî daxuyanî da.

HPG’ê ev agahî parve kir:

“Çalakiyên yekîneyên me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ya li dijî dagirkeriyê didomin. Di vê çarçoveyê de;

ÇELÊ

7’ê Gulanê saet 11:30’î hêzên me li girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC’ê çalakiyek kirin. Di çalakiya bi xurtî li çeperên leşker lê bi cih bibûn de hate xistin, di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin.

ŞEMZÎNAN

8’ê Gulanê saet 13:30’î hêzên me li li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Sîvîr yê ewlekariya Qereqola Bêzelê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ji du baskan ve li çeper û kozikên dijmin hatin lêxistin de, kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê balafirên şer ên Tirk saet derdorî 15:30’î de Girê Sor bombe krin. Di vê bomberdûmanê de ti windahiyên hêzên me pêknehatine.

SÎDEKAN

Heman rojê saet 15:30’î hêzên em li dijî leşkerên li Girê Lêlîkan ê Sîdekan ê Başûrê Kurdistanê bicih bûbû, çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi dijwarî çeper û kozikên dijmin hatin lêxistin de hejmara kuştî û birîndar nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê saet 16:30’î balafirên şer qontarên Şehîd Şervan, Girê Lêlîkanê bombe kirine. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştine hêzên me.

QADÊN GERÎLA HATIN BOMBERDÛMANKIRIN

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîşên Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Di vê çarçoveyê de;

Balafirên şer 8’ê Gulanê saet 03:00’an qada Şehîd Delîla a girêdayî Herêma Heftenîn, saet navbera 16:30-17:30’î devera Bergare ya girêdayî Herêma Garê bomberdûman kirin.

9’ê Gulanê balafirên şer devera Bergare a girêdayî Garê saet 09:30-19:30’î, devera Mam Reşo ya girêdayî Avaşîn saet 03:30’î û 15:30’î bomberdûman kirine.

Di encama van bomberdûmanan de ti ziyan negihiştine hêzên me.”