Gerîlaya YJA Starê Sara Cûdî, berxwedanê bi reqsê vedibêje

Gerîlaya YJA Starê Sara cûdî, berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker a li Kurdistanê bi reqsê vedibêje.

Gerîlaya Azadiya Kurdistanê, bi qasî têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker ji bo çand û hunerê jî şer dikin. Gelê Kurd li dijî dewleta Tirk a li gel qirkirina fîzîkî û siyasî, qirkirina çandî li her cihê gerîla lê berxwedan dike.

‘HER KU BI XWEZAYÊ RE BÛM YEK, HESTÊN MIN KÛR BÛN’

Gerîlaya YJA Starê Sara Cûdî ya bi eslê xwe li Êlihê hatiye dinê û li Îzmîrê mezin bye, di temenê xwe yê 12 salî de dest bi reqsa bi cûreya bale kiriye.

Sara Cûdî dema ku xwendekar bûn piştî xwendina pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Çawa Bijî? û şûnde ketiye nava lêgerînan. Cûdî got: “Bi taybet dahûrandinên Rêbertî yên li ser çand û hunerê pir jê bandor bûn. Piştî pirsa weke jinekê bê ka ezê çawa xwe bikim kesayetek ji civakê?  ketim rê û min PKK nas kir. Dema li mal bûm qet bê muzîk û balê nedikarîm bijî. Lê li çiyayên Kurdistanê bi dengê xwezayê re, bê mûzîk min karî bireqisim. Her ku bi xwezayê re bûm yek, hestên min kûrtir bûn. Bi reqsa xwe ruhê civakî yê jinê û jina hatî hejarkirin, li ser felsefeya Rêbertiyê, vegerîna ji nû ve ya li jiyanê vedibêjim.

‘DI NAVA AGIR DE ÇAWA XWE BIGIHÎNIM ROJÊ’

Hevrêyên me li Mamreşo, Aris Faris, Zendûra û Heftanînê di nava berxwedanek xurt de ne. Tevî hemû teknîka dijmin jî, têkoşîneke xurt dikin. Bi pêşengtiya hevrê Serhat ruhek fedayî derket holê, ruhê hevrêtiyê wiha mezin dibe. Ew ruhê fedayî wê çawa bê avakirin? Çawa vê vegotin? Gelek hevrêyên me vî ruhî bi stranan û şiîran vedibêje, gelek jî bi şanoyan vedibêje. Ez jî vê berxwedanê bi zimanê bedenê hewl didim vebêjim. Bi gihana agir û rojê re, girêdanbûna hevrêyên me ya bi Rêbertî re ku di pêngava Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê de cih digirin, hewl didin nîşan bidin. Di nava agir de çawa xwe bigihînin rojê? Bersiva vê pirsê di kesayeta Serhat, Kamûran, Sarya û gelek hevrêyên din ên şehîd de derketin holê. Bi vê têkoşîna bê eman berxwedana jinê, berxwedana hemû hevrêyên me, min hê zêdetir di nava agirê hê zêdetir tê geşkirin de bi hêrs kir, berê min dan armancên zêdetir.

‘DIVÊ GELÊ KURD TÊKOŞÎNÊ BI HUNERÊ MEZIN BIKE’

Ez sitrana xwe ya ‘Hêvî’ (Umut) di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ nivîsandî diyarî berxwedêrên zindanan dikim.

Hevrê Xelîl û Delîla di warê çand û hunerê de ruhekî mezin derxist holê. Em jî vî şerî ne tenê bi çalakiyên çekê, di warê çandê de jî bi çalakiyan xwedî lê derkevin. Li vir bang li gelê Kurd dikim ku; vê têkoşîna bi pêşengtiya hevrê Serhat dom dike, divê bi çand û hunerê bijîn.”