Gerîlaya YJA Starê: Rêberê me em hînî têkoşînê kir

Gerîlaya YJA Starê Milîtan Zagros anî ziman ku ti şoreş û dewletê azadiya jinê û azadiya civakê nekirine yek û got, "Cudahiya herî mezin a Rêberê me ew e ku azadiya jinê dike esas û rêya têkoşînê nîşanî me dide."

Ji gerîlayên YJA Starê Milîtan Zagros bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî.

Milîtan Zagros got, "Bi rojbûna Rêberê me û destpêkirina tevgera PKK'ê re li Kurdistanê serdemeke nû destpê kir" û wiha dewam kir: "Gelê Kurd xwedî li hebûna xwe ya neteweyî derket, ji bo parastina xwe û xaka xwe têkoşiya. Têkoşîneke mezin a 45 salan heye."

EM HÊZEKE MEZIN JI RÊBERÊ XWE WERDIGIRIN

Milîtan Zagros diyar kir ku li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke gelekî giran heye, ev tecrîd li hemberî gelê Kurd e û got, "Rêberê me li Îmraliyê dîlgirtî ye, lê belê fikir û îdeolojiya wî li cîhanê belav bûye. Em hêzeke mezin ji îdeolojiya Rêberê xwe werdigirin. Em hewl didin têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind."

AZADIYA JINÊ JI XWE RE KIR ESAS

Gerîlaya YJA Starê Milîtan Zagros bi bîr xist ku li cîhanê gelek şoreş pêk hatin, gelek dewlet ava bûn lê belê ti ji wan azadiya jinê û azadiya civakê nekirin yek û got, "Jin her tim bû neteweya bindest. Cudahiya herî mezin a Rêberê me ew e ku azadiya jinê ji xwe re kir esas û rêya têkoşînê nîşan da. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bûye dirûşmeke gerdûnî. Em soz didin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin."