Gerîlaya YJA Starê Rahîme Xebat li ser gora xwe hat bibîranîn

Gerîlaya YJA Starê Rahîme Xebat ku di 1’ê Îlona 2022’an de şehîd bûbû, li ser gora xwe hat bibîranîn.

Gerîlaya YJA Starê Rahîme Xebat (Şîlan Okmen) ku 1’ê Îlona 2022’an li navçeya Mîks a Wanê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bûbû, di yekemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn.

Merasîma bibîranînê ji aliyê malbata wê ve li gundê Evîna yê navçeya Stêwr ya Mêrdînê hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Jinên ku çûn goristanê û dua xwendin, piştre beşdarî mewlûda li malê bûn.

Jinan diyar kirin ku ew ê bîranînên şehîdan zindî bihêlin û têkoşîna xwe li her qadê bidomînin.