Gerîlaya YJA Starê Kobanê: Civaka Êzidî hewcedarî kesî nîne

Gerîlaya YJA Starê Kobanê diyar kir, PDK'ê bi rêya xiyanetê Şengal teslîm kiriye û got, gelê Şengalê ku êdî xwe bi rêxistin kiriye, têra xwe dike ku xwe biparêze.

Gerîlaya YJA Starê Viyan Kobanê, bi wesîleya salvegera Komkujiya Şengalê ji ANF'ê re axivî. Kobanê diyar kir, ku pêvajoya 2014'an ji bo gelê Kurd pêvajoyeke krîtîk bû, hêzên mêtinger xwestin gelê Kurd, dîroka gelê Kurd tine bikin û AKP bi pêşengiya DAIŞ'ê di vî warî de kete nava gelek hewldanan.

DÎROKA ME BÛ, NEDIBÛ ME DEV JÊ BERDA'

Kobanê anî ziman, di heman demê de li Rojava û Mûsilê, li gelek herêmên Kurdistanê êrîş dihatin kirin, DAIŞ'ê dor li Şengalê girtibû û hêdî hêdî dixwest xwe bigihîne Şengalê. Kobanê destnîşan kir, ku tevgera wan bi lîstika li herêmê dihate lîstin hesiya û ji ber vê yekê xwest, zû bi zû xwe bigihîne herêmê.

Kobanê li ser sedema çûyîna xwe bi 11 hevalên xwe yên gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo Şengalê wiha axivî:

"Wê wextê rêxistina me daxuyanî da. Destnîşan kir, ku divê dest li van êrîşan bê berdan û gelê Şengalê were parastin. Bi rastî jî Şengal cihekî ku koka me lê şîn bûye, Êzîdxan dîroka me Kurdan e. Wan dîroka xwe, dîroka me gihandin roja îro. Û diviyabû em xwedî li vê derketibûya. Lîstikên hêzên navneteweyî di dewrê de bûn. Ji bo pûçkirina van lîstikan me dixwest zû xwe bigihînin. Dema ku me xwest derbasî Şengalê bibin, PDK'ê her tim astengî derdixist pêşiya me. Wê wextê jî rêxistinên cuda hebûn. Mînak; PDK, Goran û YNK. Gava me hewl dan derbas bibin, heta ji wan hatin hewl dan astengiyê derxînin. Jİ ber vê yekê jî em 6 rojan li ser sînor man. Piştî 6 rojan em bi rê û rêbazeke cuda derbas bûn. Mezinahiya xeteriyê xwe nîşan dida."

'ME DIXWEST GEL XWE BI XWE BIRÊVE BIBE'

Kobanê anî ziman, dema wan xwe gihandin Kobanê weke karê ewilî dest bi birêxistinkirina jin û ciwanên Êzidî kirin û di demek kin de xwestin karê xweparastinê bi rêxistin bikin. Kobanê got, "Ji bo gelê li wir karibe xwe biparêze û li dijî fermaneke gengaz karibe Şengalê biparêze, me rêxistinbûna gel danî ber xwe. Me dixwest, civaka Êzidî karibe xwe bi xwe bi rêxistin bike. Serdemeke dîrokî, bûyereke dîrokî bû. Û hemû endamên koma destpêkê, ji bo gel çi ji destê wan dihat, dixwestin bikin."

Kobanê anî ziman, ew gerîlayên YJA Starê herî zêde dixwestin jinên ciwan bi rêxistin bikin û got, "Di şexsê têkoşîna azadiyê ya Kurd de her kesî hêza jinê qebûl kir û pêwAîst bû jinên Êzidî jî bi hêza xwe tevbigerin."

Di dewama axaftina xwe de Kobanê diyar kir, beriya destpêkirina êrîşê hevalên wan ji bo destwerdanê çûn Til Benakê û got, "Piştî ku wextekê sekinî û êrîşan dest pê kirin, PDK'ê nedihist em xwe nêz bikin. Dizanîbûn ku em gerîla ne. PDK'ê xwe vedigirt. Dema ku êrîşê dest pê kir û em jî li dijî êrîşê ketin nava liv û tevgerê, me bersiv dan, hingî PDK'ê em vekişand û hewl da xwe bide 'pêş'. Dixwest ji gel re nîşan bide 'ku ew wan diparêze'. Haya me ji metirsiyê hebû, ji ber vê yekê jî me dixwest zû tevbigerin. Êvara 3'ê Tebaxê me bihîst ku PDK'ê Şengal firotiye. Vê yekê em gelekî êşand. PDK'ê li pêş çavan civaka Êzidî di nava lepên çeteyan de hiştibû."

'ARMANCA ME PARASTINA CIVAKA ÊZIDÎ BÛ Û EM BI VÊ ERKÊ RABÛN'

Kobanê anî ziman, ku bi hatina agahiya êrîşê re hin ji hevalên wan çûn anvenda Şengalê, hinek çûn Xanesor û Sinûnê û bi xwe re çend ciwanên Êzidî yên perwerde kiribûn, birin.

Kobanê got, "Sibeha 3'ê Tebaxê êrîşê dest pê kir û heta saet 15:00-16:00 şerekî giran qewimî. Gelek jinên Êzidî Yên ciwan hatin revandin. Herî zêde vê yekê em êşand. Lê ev yek bi pêşengiya PDK'ê dibû. Dema ku şer dest pê kir, PDK'ê hemû hêzên xwe bi rengekî plankirî di nava saetekê de kom kir û reviya. Civaka Êzidî jî bi pêşengiya hevalan berê xwe da Çiyayê Şengalê. Heval, ji ber xeteriya êrîşê bi gel re tevdigeriya û ew diparastin. Tevgera me dema em şand, ji me xwest ku em nehêlin zirar bigihêje gelê Şengalê. Armanca parastina gelê Şengalê bû. Em bi vê armancê tevdigeriyan."

'PLANÊN PDK'Ê DEWAM DIKIN'

Kobanê got, "Jin dema hatin revandin, birin Mûsil û Reqayê" û destnîşan kir, ku ev yek ji bo tevgera azadiyê pêvajoyeke giran bû, wan dixwest zû dest li rewşê werdin, lê belê hêzên 'parastina wê derê dikirin' li pêşiya wan bûn asteng. Kobanê diyar kir, PDK bi dîroka xwe re dilsoz ma û careke din xiyanet kir û anî ziman, PDK hê jî polîtîkaya xwe li ser Şengalê ferz dike û naxwaze gel xwe bi xwe bi rê ve bibe.

Kobanê herî dawî got, "Lê belê Êdî civaka Êzidî ne ew gel e ku bê kontrolkirin û ji aliyê hinekan ve bê birêvebirin. Ji bilî gelê Şengalê ti hêz li derve nikare rolê bilîze. Civaka Êzidî gelekî ku bûye malê dîrokê, mirovahiyê. Ji ber vê yekê wê xwe biparêze. Ji aliyê siyasî, dîplomasî û leşkerî ve hewcedarî kesî nîne. Bi xurtî li ber xwe dan, bi sedan şehîd dan. Hem weke gel hem jî weke jinê divê bibin xwedî îradeyeke mezin, ku careke din ti hêz nikaribe xwe nêzî jineke bi tenê ya Êzidî bike. Bersiva ku gelê Şengalê da êrîşên li Xanesorê mirovan serbilind dike. Gelê Şengalê gelekî êş kişand, zarokên xwe ji dest da, lê belê li hemberî vê yekê hêzeke xurt a rêxistinbûyî derxist holê. Êdî ti hêz nikare li ser xwîna Kurdan bibe desthilatdar."