Gerîlaya YJA Starê Gulîstan Ekîncî li Sêrtê spartin axê

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gulîstan Ekîncî ya ku di Kanûna 2021’an de li Çiyayê Bagokê di êrîşên hewayî şehîd bibû, malbata wê piştî 6 mehan cenazeyê wê wergirt û li Sêrtê veşart.

Endama YJA-STAR’ê Gulîstan Ekîncî  di êrîşa hewayî yên di dema êrîşên dagirkeriyê ku li çiyayê Bagokê yê li Navçeya Nisêbîn a Merdînê di 11’ê Kanûna 2021’an de destpêkirin û heta 15’Kanûnê berdewam kir, şehîd bûbû. Cenazeya Ekîncî duh ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û danê êvarê anîn Sêrtê.

Cenazeyê Gulîstan Ekîncî di bin dorpêça polîsan de birin Sêrtê li wê derê jî ji bo merasîma cenaze destûr nedan ku ji malbatê wêdetir tu kes tevlî bibe û destûr nehat dayîn ku li gorî rê û rêbazên olî bê veşartin.

Cenazeyê Ekîncî ji aliyê malbata wê ve li Goristana Şeyh Mûsa a Sêrtê spartin axê û wê li mala malbata wê şîn were danîn.”