Gerîla Zap: Serketin wê ya gelê Kurd û gerîla be

Ji gerîlayên HPG'ê yên di berxwedana Heftanînê de cih digire Qendîl Zap destnîşan kir ku gerîla ti carî li Heftanînê têk naçe û got, "Serketin wê ya gelê Kurd û gerîla be."

Ji gerîlayên ku tevlî berxwedana Cenga Heftanînê bûye Qendîl Zap bi bîr xist, ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meha Hezîranê dest pê kirin û destnîşan kir ku li dijî van êrişan bi "ruhê Zîlan a pêşenga mezin" berxwedan tê nîşandan.

Zap got, "ji rêbazeke hestewarî bêhtir, rêbazeke tolhildanê ya bi tedbîrên pêwîst derkete pêş" û got, "Ji binê her dar û her kevirî yên li Heftanînê bêhna berxwedanê tê."

Zap bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên bi teknîkê û got, "Alternatîfa tevgera me, perspektîfên ku tên dayin, têra pûçkirina teknîka dijmin dike. Wê tirsa gerîla her tim di dilê wan de be."

Zap gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ku balê dikişîne ser hêza mirovan a li dijî teknîkê bi bîr xist û got, "Em li ser vê bingehê li Heftanînê tevdigerin. Em xwe diparêzin û çalakiyan dikin."

Zap anî ziman ku dewleta Tirk hin dever dagir kiriye, lê belê gerîla timî li dora wan e û bal kişand ser şêweyê tevgerê û çalakiyê yê dema nû ya gerîla, "Gerîla hem cihê xwe qewîn dike hem jî derbê li dijmin dixe. Bi vê rêbaza gerîla, dijmin li Heftanînê asê maye."

Zap diyar kir ku gelê Kurdistanê jî ji her demê bêhtir divê li ber dagirkeriyê rabe û got, "Ev der xaka Kurdistanê ye. Ev gel xwediyê vê xakê ye. Gelê Kurdistanê bi taybetî jî gelê Başûrê Kurdistanê divê ji her demê bêhtir li dijî dagirkeriyê helwesteke tund nîşan bidin. Êrişên dijmin ne tenê li ser Heftanînê ne, ji bo dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye. Di serî de jin û ciwan divê her kes li dora pêngava gerîla bicive û agirê berxwedanê gur bike."

Gerîlayê HPG'ê Zap herî dawî stranek got û got, "Ev der Heftanîn e. Divê dijminên Kurdan hemû zanibin ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê ti carî li Heftanînê têk neçin. Serketin wê ya gelê Kurd û gerîla be."