Gerîla: Xakurkê wê ji mêtingeran re bibe goristan

Gerîla bi berxwedaneke bi heybet bersivê didin êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li Xakurkê. Gerîla dibêjin, "Berê tivinga me li wan e çawa hatine wê bi wî rengî biçin." Li dijî dagirkeriyê bang li gel û ciwanên Kurd dikin ku rabin ser piyan.

Gerîlayên HPG'ê yên li Xakurkê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin, diyar dikin ku Xakurkê wê bibe goristan ji mêtingerî û dagirkeriyê re.

Gerîlayê HPG'ê Mahîr Aslan ê ji Rojhilatê Kurdistanê ji kamerayên me re axivî û diyar kir, artêşa Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike, lê gerîla bi rengekî lehengî li dijî vê yekê li ber xwe didin.

'ÊRÎŞ LI DIJÎ DESTKETIYÊN KURDAN E'

Gerîla Aslan got, "Başûrê Kurdistanê keleha berxwedanê ye, navenda serhildanê ye; dîroka xwe bi lehengan dagirtî ye. Divê gelê Başûr bi ruhê Şeladizê û Bamernê bikeve nava liv û tevgerê û helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk nîşanî tevahiya dinyayê bide. Divê em destûrê nedin ku destketiyên me ji holê bên rakirin. Parastina destketiyan ku bi ked û berdêlên mezin hatin afirandin, xwedîderketina li şehîdên Enfal û Helebçeyê ye. Her çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya Başûr divê li dijî dagirkeriyê bikevin nava liv û tevgerê. Dem ew dem e ku li dijî dagirkerî, faşîzm û mêtingeriya Tirk û nokeriyê rabin ser piyan û bikevin nava liv û tevgerê."

'BI TEKNÎKA NÛ BERÊ TIVINGA GERÎLA LI WAN E'

Gerîlayê HPG'ê Agît Firat ê ji bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê bal kişand ser rêbaza şer a gerîla û diyar kir, gerîlatiya serdema nû kir ku hêzên Tirk ên dagirker derbên giran bixwin û nikaribin tevbigerin.

Firat diyar kir ku niha êrîşeke giran li dijî Başûrê Kurdistanê tê kirin û got, "Em niha şerekî mezin dikin. Ev operasyon û êrîş ne ya destpêkê ye, beriya niha gelek caran hatibûn kirin. Li dijî vê yekê tecrûbeyeke me ya bêhempa ya şer heye. Bi taybetî ji sala 2016'an û vir ve ji pêvajoya Etrûş û Lêlîkanê ve rêbazeke me heye ku taktîkên dijmin fêhm kiriye û li gorî wê tevdigere. Beriya niha ji bejahî ve dihatin, niha ji hewayî ve bi giranî tên. Girên ku dixwazin lê bi cih bibin demeke dirêj bombe dikin, sivîlan qetil dikin an jî didin revandin, xwezayê talan dikin û bi vî rengî hewl didin li wan giran bi cih bibin. Li dijî vê yekê jî gerîla teknîka dijmin têk dibe û derbê lê dide. Dijmin li wan giran asê dimîne û li benda derba gerîla dimînin."

'DIVÊ CIWAN BÊDENG NEMÎNIN'

Gerîlayê HPG'ê Baz Kobanê ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Baz Kobanê destnîşan kir ku çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê Kobanê li Xakurkê li hev kom bûye û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd di şexsê gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd de di berxwedana Xakurkê de pêk hatiye. Di serî de Başûrê Kurdistanê bang li gelê li tevahiya Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bikeve nava liv û tevgerê.

Baz Kobanê got, "Artêşa Tirk a dagirker dixwaze xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Bi taybetî divê ciwan li pêşberî vê bêdeng nemîne, tavilê bikevin nava liv û tevgerê."

Baz Kobanê destnîşan kir ku çiya hêlîna gerîlayên azadiyê ye û got, "Çeperên berxwedanê yên gelên Kurd û Kurdistanê ne. Em ê heta dawiyê xwedî li xaka xwe derkevin. Helwesta me; ya Kurdistan ya Kurdistan e. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê di xeta Rêber Apo de xaka xwe li dijî dagirkeran biparêzin."