Gerîla wesayita zirxî îmha kir, Gerîla TV jî dîmenê wê kişand

Dîmenê çalakiya sabotajê ya gerîla, ku 8'ê Mijdarê li navçeya Silopiya ya Şirnexê wesayiteke zirxî hate îmhakirin, ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin.

Di dîmen de bi zelalî tê dîtin ku wesayita zirxî ya artêşa Tirk bi temamî îmha dibe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de, hêzên me roja 8'ê Mijdarê saet di 07:30 de li hemberî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra ku ji qereqola Gitê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê diçû herêma Giryareşê çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de wesayita zirxî bi temamî rûxiya. Hejmara leşkerên tê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin."