Gerîla wêneyê pêşmergeyê şehîd ji nû ve daliqand

Li navçeya Çoman a Hewlêrê, cihê posterê pêşmergeyekî şehîd, ku hatibû xerakirin ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hate sererastkirin.

Pêşmergeyê bi navê Xalid Teha Mûhammed Emîn ê ji navçeya Çoman a Hewlêrê, roja 31'ê Çileya 2015'an li gundê Til Werdê yê Kerkûkê di şerê dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bû. Malbata Emîn par xwest, posterê kurê xwe li cihekî qiraxa rêya gundê Wesiyan ê li nahiya Kesrê ya Çomanê daliqîne. Lê belê rêveberiya navçeyê destûra vê yekê nedabû. Li ser israra malbatê, wêneyê Emîn piştî 15 rojan hate daliqandin.

Li gorî agahiyên ji aliyê gundiyan ve hatin dayin, ji ber ku cihê poster lê hate daliqandin hate xerakirin, gerîlayên HPG'ê poster ji nû ve li şûna xwe daliqandin û derdora wê sererast kirin. Gundiyan her wiha dîmenê gerîlayên ku wêneyê pêşmerge Emîn li şûna xwe bi cih dikirin, kişandin.

Gundiyan gotin, hêzên asayîşê yên li herêmê (PDK), demeke dirêj nehiştin posterê pêşmergeyê YNK'ê Emîn bê daliqandin û dibûn asteng.