Gerîla TV dîmenê çekên ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin weşand

Gerîla TV dîmenê çekên ku hêzên gerîla roja 28'ê Kanûnê li Girê Lêlîkanê ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin, weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Roja 28'ê Kanûnê saet 11'an, li Girê Lêlîkanê yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê, hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku di nava liv û tevgerê de bû çalakiyek pêk anîn. Yekîneya dijmin hate şopandin û ji du baskan ve derbên giran lê hatin xistin. Di encamê de 6 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hêzên me çûn ser cenazeyên leşkeran û çekek HK-33 (Melez), 2 şarjorên HK-33 û narincokek rakirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopterên êrîşê leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî kir, ti zerar nedît."