Gerîla TV dîmenê çalakiyeke din a gerîla weşand

Gerîla TV, dîmenê çalakiya 12'ê Gulanê ya li navçeya Çelê ku li dijî leşkerên Tirk hate kirin, weşand.

Dîmen li malpera Gerîla TV hate weşandin û li ser çalakiyê ev agahî hatin dayin:

"Roja 12'ê Gulanê saet di 23:00 de, hêzên me bi çekên ferdî û giran li leşkerên li ser girê Koordîne yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê dan. Di vê çalakiyê de hêzên me hem bi 5 baskên cuda bi çekên giran, hem jî bi komên êrîşê li çeperan xistin. Şerê li vê derê bi qasî saetekê dewam kir. Di encamê de bi dehan leşker hatin kuştin û derb li gelek çeper, konteynir û konan hate xistin. Roja 13'ê Gulanê saet di 06:00 de, hêzên me careke din li girê Koordîne çalakiya sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin."