Gerîla TV dîmenê çalakiya Tepê Xwedê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyan gerîlayan a 19’ê Tîrmehê ya li dijî kamyoneke ku ji Tepê Xwedê ya herêma Avaşînê diçû Alaya Rûbarokê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê weşand ku di çalakiyê de 4 leşker hatibûn kuştin.

Gerîlayên HPG’ê roja 19’ê Tîrmehê li dijî kamyoneke ku ji Tepê Xwedê ya herêma Avaşîn diçû Alaya Rûbarokê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiya sabotajê lidarxisitbû. HPG’ê ragihandibû ku kamyon hatiye rûxandin, 4 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Gerîla TV dîmenê çalakiyê weşand.

HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî dabû;

“Di 19’ê Tîrmehê de Hêzên me li dijî kamyoneke leşkerî ya ji Tepê Xwedê ya herêma Avaşînê diçû Alaya Rûbarokê ya Şemzînana Colêmergê saet di 07.00’an de çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de kamyon îmha bûye, 4 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye jî bi selametî vegeriyane baregehên xwe.”