Gerîla TV dîmenê çalakiya li Zagrosan weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Zagrosan weşand ku tê de wesayiteke leşkerî hate îmhakirin û yek jê serpel, yek jî kontra bi giştî 7 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî parve kiribû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me, 18'ê Tîrmehê saet di 08:40'î de li herêma Zagrosê li dijî wesayiteke artêşa TC a dagirker ku ji qada Çarçella ber bi navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ve diçû, li nêzî qereqola Gemanê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de wesayita dijmin îmha bû, tevî serpelek û kontrayekî bi giştî 7 leşkerên dijmin hatin cezakirin, leşkerek jî birîndar bû."