Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Koordîne weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya 11'ê Hezîranê li dijî çeperên leşkerên Tirk ên li Girê Koordîne yê Çelê pêk anîn, ku di encamê de 10 leşker hatin kuştin, weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser vê çalakiyê, ev agahî da bû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me 11'ê Hezîranê saet di 10:00 de, li dijî çeperên leşkerên artêşa Tirk ên Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xistine. Bi derbên xurt konteynirên leşker û cebilxane lê bûn hatin îmhakirin. Her wiha gelek çeper jî hatin rûxandin. Çalakiyê bi qasî saetekê dewam kir û 10 leşker hatin kuştin.

 

 

Çalakî Li Ser Gira Koordine a Giredayî Çelê - 2017