Gerîla TV dîmenê çalakiya ku 6 leşker tê de mirin, weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya 6'ê Sibatê ya li Çelê hate lidarxistin û di encamê de 6 leşker mirin weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"6'ê Sibatê saet 11:30'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bû çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de çepereke dijmin hate rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir."