'Gerîla temsîla nirxên mirovatiyê ne'

Pêngava şerê gelê şoreşgerî ku hê jî bi hemû dijwariya xwe dewam dike, li herêma Colemêrgê çiyayên Zagrosê bi navê Pêngava Şehîd Fermandar Reşîd Serdar bi pêş dikeve. Gerîlayan bi rêya vê pêngavê gelek derbên giran li artêşa Tirk xistin.

24’ê Tîrmeha 2015’an dewleta Tirk li hemberî tevgera PKK’ê şer û êrîşên topyekûn li dar xistin. Gerîlayan li hemberî êrîşên topyekûn yên artêşa Tirk pêngava şerê gelê şoreşgerî dane pêşxistin. Nûçegîhanan, ev şer ji nêz ve li çiyayên Zagrosê ya bi ser herêma Colemêrgê şopandin û çavdêriyên xwe yên der barê şerê gerîla de, di bernameyek taybet a dengê Radyo Kurdistanê de anîn ziman.

‘ZAGROS, ŞOPÊN DÎROKA KEVNAR Û ÇANDA GELAN E’

Nûçegîhanê ANF’ê Andok Kerboran nêzî du salan e li herêma Behdînanê nûçegîhantiyê, di nav gerîlayên PKK’ê de dike. Kerboran, ragihand ku ew gelek caran bi fermandarê gerîlayan re axiviye û xwestiye beşdarî şerê tê meşandin bibe û ji nêz ve bişopîne. Her wiha Kerboran, got ji ber êrîşên artêşa dewleta Tirk ên bi balafirên şer, nikarîbûye xwe bigihîne hemû cihên ku şer lê diqewimî.

Kerboran, di destpêka axaftina xwe de bi çend hevokan behsa xweşikbûna çiyayên Zagrosê, şahidiya şerê ku gerîla meşandiye kir û wiha got; “Ez destpêkê dixwazim bêjim ku min ji ber gerîlayên PKK’ê ji nêz ve nasîn, ez gelekî bextewar im. Min gelek nûçeyên li ser gerîla xwendibûn û her wiha têkoşîna ku ew dimeşînin min bihîstibû, lê gerîla ji ji bo min her tim weke sireke mezin dihat. Û min ji xwe re digot pêwîst e ez vê sira gerîla binasim. Min herî zêde li çiyayên Zagrosê şahidiya şerê gerîla û jiyana wan kir. Çiyayên Zagrosan gelek asê ne û ji aliyê şert û mercên xwezayê ve zor û zehmetiyên xwe hene. Hinek cihan bi saet û hinek cihan jî bi rojan dimeşiyam ji ji bo ez xwe ji yekîneyekê bigihînim yekîneyeke din. Ez li herêma Çarçêla ku jê re tê gotin Bozil dagi mam. Xwezaya wir mirovan ji ser hişê xwe ve dibe. Şopên dîroka kevnar û çanda gelan li ser wê erdnigariyê hene. Gerîla, wan deveran weke çavên xwe diparêzin. Ez hatim ku şerê diqewime bişopînim, lê min dît ku gerîla jiyanek ewqas bi wate barkirî avakirine, ne mimkûn e ku mirov heyran nemîne.”

‘BAWERÎ Û VÎNEK MÎNA POLA BI GERÎLA RE HEYE’

Nûçegîhan Andok Kerboran, şerê par ê ku bi qasî du mehan li geliyê Doskî û herêma Çarçêla ajot ji nêz ve şopandiye. Kerboran, wî şerê di navbera gerîla û leşkerên artêşa Tirk de qewimî bi vî awayî vegot; “Gerîla çiyayên Zagrosê ji ji bo pêşxistina şerê ku ew li hemberî artêşa Tirk didin meşandin weke çiyayên herî stratejik digrin dest. Leşkerên dewleta Tirk, ji par ve ji bo rê li pêşiya gerîla bigre êrîşên xwe herî zêde li ser vê herêmê bi pêş xistin. Dewleta Tirk dixwest bikeve van çiyayan lê, gerîlayên ku bi salane wargehên xwe li ser van çiyan ava kirine rê nadin û şerekî dijwar meşiya. Bi taybet li geliyê ku gerîla jê re dibêjin geliyê Doskî, şerê pir dijwar rû da. Di vî şerî de bi dehan kuştiyên artêşa Tirk çêbûn. Gerîla derbeyên mezin li eskeran xistin. Windahiyên gerîlayan jî çêbûn. Lê, soza gerîla ew bû;‘çi dibe bila bibe em amede ne hemû şehîd bikevin, lê van wargehên bi xwîna hevalên me hatine avdan bi dest leşkerên Tirk bernadin. Bila her kes soza me bi vî awayî bizane.’ Gerîlayan bi rojan xwarin û vexwarin li çiyê nedîtin, bi vînek mezin li ber wê serma û seqemê li ber xwe dan. Min dît ku hêz, bawerî û vînek mîna pola bi gerîla re heye. Herêma geliyê Doskî nêzî mehek û nîve di destê gerîlayan de bû. Leşkeran nikarîbû bi pêş ve biçin. Heya niha jî li qadê şerê giran diqewime, cenazeyekî leşkerên Tirk tê de ye. HPG’ê di malpera xwe ya fermî de daxuyanî da. Em jî çû me kişand. Min li wir fam kir, leşkerên têne kuştin ti nirxekî wan ji bo dewleta Tirk nîne. Ji ber dewleta Tirk desthilatiya xwe li ser kuştina eskeran û tunekirina Kurdan ava dike.”

Nûçegîhana ANF’ê Jiyan Amargî ku ev du sal û nîv in li herêma Behdînanê nûçegîhantiyê dike jî beşdarî bernameyê bû. Amargî, jî ji bo şerê di navbera gerîla û leşkerên Tirk de bişopîne, xwe digihîne çiyayên Zagrosê û bi qasî şeş heyvan şerê li wan qadan diqewime dişopîne. Amargî, çavdêriyên xwe wiha anî ziman; “Min çiyayên Zagrosê di pirtûk û helbestan de bihîstibû. Lê min dema rasterast xwe gîhand wan çiyayan û min dît, min ji xwe re got tiştên ku hatine nivîsîn û gotin li hemberî van xweşikbûnên niha gelekî kêm in. Li wan çiyayan bi hezaran destan û çîrokên bûne malê mirovahî, çêbûne. Weke warên xwedavendên destpêkê lê jiyane tê ziman. Herêma Zagrosê herêmek pir fireh e. Ez di nav Zagrosê de li qada Govendê û Adilbegê mam. Ev her du qad jî girêdayî alana Avaşînê ne. Gelek cihên ku me xwe negîhandê jî hebûn. Bi sedan gerîlayên ku di objektîva makîneya me de derneketine jî hebûn. Jiyana her gerîlayeke/î li wan çiyan hêjayî nivîsandinê ye. Lê me xwe gîhand beşekî pir kêm yê vê rastiyê. Gerîla jî ji bo me biparêzin tiştên ji destê wan dihate dikirin. Ez dikarim bêjim heqîqeta ku gerîlayan vegotin qet ne hêsan e.”

‘GERÎLA EW MIROV IN KU BI MIRINÊ RE HENEKAN DIKIN’

Amargî, li ser şer, çalakiyên gerîla axivî û wiha axivî; “Çalakiya yekemîn a ku min amadekariyên wê dîtin, çalakiya gerîla ya Tepê Xapûşkê bû. Ev gir dikeve herêma Colemêrgê. Heya ew kêliyên ku gerîla biçin çalakiyê jî, ez li gel wan bûm. Min xwest ez ji devê gerîlayan armanc û sedema rêveçûna şerê heyî hîn bibim. Bersiva gerîlayan a ji pirsa min re dane wiha bû; ‘heya Serok Apo di bin şert û mercên girankirî yên Îmraliyê de be, wê jiyan ji ji bo dijmin biherime. Sedema şerê me yê bingehîn ev e.’ Ez bi ew yekgirtina gerîla gelek bandor bûm. Bi rastî ez niha nikarim wan kêliyan bi mana bînim ziman. Min ji xwe re got ger tu gavekê tenê ber bi gerîla ve bavêjî ew dem dikarî hinek bibêjî nêzî ew yekgirtina ruhê gerîla bibe û fehm bike. Gerîla ew mirov in ku bi mirinê re henekan dikin. Lewma di dema amaderiya çalakiyê de hemû gerîlayan dixwestin ji nêz ve cihê xwe di çalakiyê de bigrin. Tişta din a ku herî zêde ji min re balkêş hat, govendgirtina gerîla ya beriya çalakiyê bû. Min di çavê wan gerîlayan de qet hesta nebe, nedixwend. Ew di çûyina ser hedefên dijmin de qet ne dudil in. Min berê makîne û kameraya xwe dida kijan gerîla, tenê yek bersiv didan min. Dewleta Tirk, radibe rûdine her roj di çapemeniya xwe dibêje me gerîla qedandin. Lê, gava me bi çavê xwe şahidiya şerê tê meşandin kir, me dît ku dewleta Tirk çiqas nûçeyên derew çêdikin û dixwaze civakê jî wisa bixapîne. Çavkaniyên fermî yên HPG’ê li ser malpera xwe encama şerê li tepê Xapûşkê rû daye, kuştina 30 leşkeran dan, lê çapemeniya Tirk weke her car kuştina leşkerên xwe veşartin. Ev rastî di gelek çalakî û operesyonan de derkete holê. Me rastiya şerê ku diqewimî ji şahidên şer, ji gerîla digirt. Di şerê îsal de çalakiyên gerîla li dar xistin ji sedî 80 bi kişandina dîmenan re ji raya giştî re hatin eşkerekirin. Êdî tişta ku em li ser vê heqîqeta eşkere hayî lê zêde bikin nîne.”

'ÊDÎ TI KES NIKARE HEYÎNA PKK JI NEDÎTÎ VE WERE'

Nûçegîhanê bi navê Şervan Nêrgîz jî axivî û wiha behsa armanca xwe ya çûna qada Zagrosê kir; “Nûçegîhantiya şer gelekî zorî û zehmetiyên xwe hene. Di şerê van 4-5 salên dawî de bi dehan nûçegîhanên ku jiyana xwe xistin xeteriyê û ji bo nûçeyên şer bişopînin jiyana xwe ji dest dan hene. Rastiyên di navbera aliyên şer de, ragihandina ji bo raya giştî ji bo nûçegîhanên şer meseleyek wijdanî û exlaqî ye. Bi salan e şerekî dijwar di navbera dewleta Tirk û gerîlayên PKK’ê de tê meşandin. Lê, dewleta Tirk a ku bingeha medya xwe li ser pêşxistina şerê taybet û nûçeyên nerast avakirî bi îsrar rastiya şerê heyî berovajî dike. Sedema çûna min a qadên ku gerîla tê de şer dikin jî ew bû ez derewên dewleta Tirk derxim rastiyê. Her çiqas hemû dewlet PKK’ê weke tevgereke terorî bi nav bikin jî lê, di rastiyê de PKK tevgerek Kurd e û ji bo azadiya gelên Kurdistan û hemû mirovahî şer dike. Îro her kesî heqîqeta şerê PKK’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dide dît. Êdî ti kes nikare heyîna PKK’ê ji nedîtî ve were.”

‘HER YEK JI WAN ÇÎROKEK BÛ’

Nêrgîz, di berdewamiya axaftinên xwe de li ser bûyer û şerê li herêma Colemêrg, ango li çiyayên Zagrosê bûye şahid kir û wiha jî kêliyên destpêka dîtina xwe ya gerîla ragihand; “Min gelek caran bi gerîlayan re xebat dabûn meşandin lê, ne di qada cengê de bû. Ferqa vê carê ji yên her car ew bû, min gerîla di çeperên şer de dişopandin. Min xwest ez vê carê sir û nepeniya gerîla ya di şerê giran de fehm bikim û heya ji destê min were, ji civak, raya giştî û gelê Kurd re ragihînim. Her gerîlayên ku min nas kir û derfeta me ya sohbetê çêbû hêjayî nivîsandinê bû. Her yek ji wan çîrokek bû. Tişta herî zêde min xwest ez fehm bikim û bixwînim vîna gerîla bû. Di navbera gotina li ser zimên û şer de diqewimin gelek cudahî heye. Min însanbûna xwe, li beramberî vîna gerîlayên ku di nav wan şert û mercên zor de şer dikirin pirsî. Ez dikarim bêjim di nav rastiya wî şerê dijwar de, dîmenên min kişandin, wêne û notên min girtin, mîna di nav deryayê de dilopek avê bû.”

Nûçegîhan Şervan, destnîşan kir ku di şerê Zagrosan de dewleta Tirk bi teknîka xwe lê, ne bi hêza însanî şer dimeşand. Lê gerîla bi vîna însan, bi plan û bi baweriyek mezin şer dikirin û wiha behsa hin notên xwe kir; “Dibe ez nikaribim behsa wî şerî giştî bikim lê, dixwazim yek ji wan çîrokên ez şahid bûme bînim ziman. Ez demek di çeperan de li gel gerîlayê bi navê Hêmin û gerîlaya bi navê Çîçek bûm. Gerîla Hêmin li bajarê Wanê hatibû dinê. Û di sala 2011’an tevlî refên gerîla bûbû. Gerîla Çîçek Têkoşîn jî bi eslê xwe ji bajarê Sêrtê bû. Û di sala 2014’an de tevlî refên gerîla bûbû. Şêwaz û rêbaza van herdu gerîlayan a di şer de bandorek xwe ya mezin li ser tevahî hevalên wan çêkir. Û di heman demê de şêweyê ku dema jiyana xwe ji dest dan. Pênûs, makîne û kameraya min her çiqas li hemberî rastiya van gerîlayan, serî çemandî man jî lê, dixwazim tenê yek kêliya şopên ku wê qet di hizrên min de neyên jêbirin vebêjim.

‘GERÎLA TEMSÎLA NIRXÊN MIROVATIYÊ DIKIN’

Gerîla Hêmin, li gel komek hevalên xwe li tepê ku jê re dibêjin Alîşêr bûn. Artêşa Tirk jî ji bo wî girî bigre hema bêje hemû teknîka xwe ya hewayî bi kar anî. Lê ew koma gerîla bi vînek mezin û baweriya xwe ya serkeftinê şer dikirin. Gerîla Hêmin birîndar dibe. Hevalên wî, wî digrin û dibin nava şikeftê. Leşkerên Tirk pir nêzî gir dibin. Gerîla dizanin êdî wê bikevin xeteriyê, gavekê vedikişin. Lê gerîla Hêmin birîndar e, di şikeftê de dimîne. Bi qasî sê rojan, bi wî halê xwe yê giran di şikeftê de dimîne. Li gel wî bêtêl hebû. Em jî li cihê ku bêtêl hebûn diman û me li dengê wî guhdar dikir. Li gel fermandarê xwe daxivî û bombe xistibû destê xwe. Gerîla Hêmin dixwest bombeya xwe bi xwe de biteqîne, lê fermandarê wî destûr nedidayê. Du hevalên wî jî ji bo biçin bînin ketin rê, lê ew herdu gerîla hê di rê de bûn jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî ji bo nekeve destê leşkerên artêşa Tirk bombeya xwe diteqîne û wisa jiyana xwe ji dest da. Heya kêliyên dawî bi riya bêtêlê li gel hevalên xwe axivî.”
Nûçegîhan Şervan, diyar kir ku wî qet gerîla Çîçek nedîtibû û wiha behsa wê kir; “Min cara pêşî dengê gerîla Çîçek dema ku bi hevalên xwe re daxivî bihîst. Şêwazê beşdarbûna wê ya nava şer, moraldayîna wê ji bo hevalên xwe mîna destanek li ser devê gerîlayan digeriya. Min dixwest ez Çîçek bibînim û tenê yek wêneyê wê bixim nav kadraja makîneya xwe. Lê, nebû şans. Gerîla :îçek li gel sê hevalên xwe di nav dorpêça leşkeran de mabû. Lê, gerîla Çîçek, bi cesaretek mezin û bi riyên zirav xwe ji dorpêça, leşkeran derdixîne. Li ser bêtêlê dirûşme berz dikirin û wisa digot; ‘Em ê ti carî dest ji tepe û çiyayên xwe bernedin, ka bila leşker werin em ê dersekê bidin wan. Ew çawa hatine wê wisa jî biçin.’ Gerîla Çîçek li gir gelek leşkerên Tirk dikuje. Leşkeran dîtin ku nikarin ew benda ku gerîla Çîçek û hevalên wê danîne derbas bikin, teknîka xwe ya hewayî bi kar anîn. Gerîla Çîçek wisa jiyana xwe ji dest dide. Min di şexsê gerîla Hêmin û Çîçek de dît ku gerîla temsîla nirxên mirovatiyê dikin.”