Gerîla telqîna artêşa Tirk dixwîne!

Gerîlayên Tevgera Azadiyê ku ezmûnek mezin ji têkoşîna 50’î salî ya azadiyê girt, îro li ber her şert û mercan, li hemberî çekên qedexe û kîmyayê serketinek mezin bi dest dixe. Gava vê serketinê û qedera şerê azadiyê da guhertin berxwedana Garê bû.

Her ku diçe berxwedana gerîla û têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurt li cîhanê deng dide, sempatî û girêdana bi gelê Kurd û şervanên azadiyê re zêdetir dibe.

Dewleta Tirk a di qada navneteweyî û navxweyî de her diçe bi krîzên navxwe û derve re taybet piştî hevkariya bi çeteyên DAÎŞ’ê re û dîsa çeteyan weke leşker ji bo xwe li Lîbya, Ermenistan, Sûriyeyê heta gelek caran di operasyonên li dijî Kurdan de jî bikar anî û şûnde, bû sedem ku têkiliya wan bi welatên rojava re qût bibe û bikeve rewşek lewaz û qels.

Faşîma qirker-mêtinger a AKP-MHP’ê ji bo xwe ji vê rizgar bike, tenê çareya ku hemû derfetên dewletê bixe nava tevgerê û li dijî gerîla dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Qaşo vê carê amadekarî baş kiribû û PDK jî dabû gel xwe, bi îstixbarata ji PDK’ê girtî xwest li Garê serketineke mezin bi dest bixe û wiha dubare weke şovalyeke şer derkeve ser dikê û xîtabî gel bike.

GARÊ QEDERA ŞERÊ AZADIYÊ GUHERAND

Serokkomarê Tirk Erdogan di 8'ê Sibata 2021'ê de li ser ekranên televîzyonê axivî û got, bimînin benda 10'ê Sibatê wê mizgîniyên xweş ku kes ne li bendê bide.

Piştî van gotinana çavê her kesê ma li roja 10'ê Sibata 2021'ê. Roj dirêj nekir 10’ê Sibatê mizgîniya Erdogan bû êrîşa dagirkeriyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê. Ev êrîş hem wê weke operasyoneke rizgarkirinê û hem jî temamî kontrolkirina qadê bûya.

Ev êrîşê de li ser qada Siyanê ya herêma Garê hate kirin, zêdeyî 50 balafirên şer ên Tirk bombe li qadê barandin, piştre jî bi helîkopteran leşker li herêmê hatin danîn. Tişta Erdogan û artêşa Tirk ne li bendê berxwedana gerîla ya bi pêşengtiya Şoreş Beytuşebab bû.

Artêşa Tirk a nakerî berxwedana gerîla, berî birevin bi çekên kîmyewî û qedexe 12 leşker, polîs û endamên MÎT’ê her wiha welatiyeke yê Başûrê Kurdistanê qetil kirin.

Di vê operasyona dagirkeriyê de 37 leşkerên Tirk hatin cezakirin. 15 gerîla şehîd bûn.

HPG'ê 16'ê Sibata 2021'ê bi daxuyaniyekê ji bo raya giştî ya cîhanê re ragihand ku ji ber hîn jî şop û bandora çekên kîmyewî li kampê heye, ew nikarin bikevin hundirê kampê.

ARTÊŞA TIRK BI TOLA GARÊ, BERÊ XWE DA AVAŞÎN, ZAP Û METÎNA

Artêşa Tirk a bi derbên Garê ser hişê xwe çû, vê carê bi tola Garê 23’yê Nîsana 2021’ê berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê Zap, Metîna û Avaşîn.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya NPG’ê li ser vê mijarê daxuyaniyek da û ev got: “Artêşa Tirk teknîka şer a li ber destê xwe hemû bi kar anî, bênavber bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand, lê belê nekarî encamê bi dest bixe. Balafirên bêmirov ên bêçek û biçek ku dewleta Tirk gelekî pişta xwe pê germ kiriye, bi vê rêbaza gerîla ya serdema nû hatin pûçkirin û artêşa Tirk li bejahî jî careke din têk çû. Di vê pêvajoya berxwedanê de di serî de li Werxelê, Girê Sor, Zendûra, Aris Faris û Mamreşo li hemû qadên berxwedanê di nava dijmin de bi heman rêbazan her roj bi dehan caran derb li dijmin hate xistin û şerekî bêdawî hate meşandin. Li ser bingeha vê berxwedana mezin ku bi ti bîlançoyê nikare bê vegotin û li hin deveran 6 mehan dewam kir, bi îradeya mezin hate meşandin û nûnerên mîrateya berxwedanê ya kevneşopiya PKK'ê; gerîlayên HPG'ê di vî şerî de bi ser ketin, hêzên faşîst ên AKP-MHP'ê têk çûn û nekarîn bigihêjin armanca xwe. Artêşa Tirk ji ber vê yekê dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir ku ev yek li gorî qanûnên navneteweyî bi rengekî eşkere sûc e, ji aliyê exlaqa mirovahiyê ve sûc e, li gorî pîvanên şer nemerdane ye. 40 hevrêyên me ku li Siyanê, Zendûra, Mamreşo, Girê Sor û Werxelê bi berxwedaneke lehengî rê nedan dagirkeran, bi van çekên kîmyewî şehîd bûn, lê belê bi berxwedana xwe dijmin têk birin û cihê xwe di nava dîrokê de girtin.”

PÊNGAVÊN CENGA XABÛR Û BAZÊN ZAGROSÊ

Li dijî operasyona qirker-mêtingeriyê gerîlayên azadiyê bi du pêngavên xurt ên bi navê ‘Pêngava Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê nefes li dijmin çikandin û derbên xurt li leşkerên Tirk da. Di çalakiyên van pêngavan de leşkerên Tirk felç bû, gotin di cih de be gerîlayan telqîna leşkerên Tirk li Zap, Metîn û Avaşîn xwendin.

ROLA PDK’Ê

PDK di vê demê de nesekinî, bi rola dopêçkirin û rêgirtina li gerîlayan kete nava liv û tevgerê. Li gelek Metîna gelek deveran kete nava tevgerê û dor li gerîla girtin. Her wiha di warê îstixbaratê de agahî da dewleta Tirk a dagirker û wisa bû hevkarê êrîşê.

ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR ANÎN

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Mûrat Karayilan 27’ê Mijdara 2021’ê ya ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser çekên kîmyewî û qedexe yên di pêvajoya berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê de hatin bikaranîn û got:

“Bi qasî ku me heta niha tespît kir, dijmin heta niha li dijî me 5 cûreyên çekên kîmyewî bi kar tîne:

Ji van ya destpêkê gaza sinir e. Yanî hucreyên sinir ê mirov ditevizîne, dike ku mirov bêbandor bimîne û piştî demeke kurt mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji madeya sereke ya vê gazê ra Tabûn tê gotin. Dema ku ev çek tê bikaranîn bi giranî bêhna fêkî tê, lê belê car carna qet bêhn nayê.

Çeka duyemîn a ku bi kar tînin mirovan difetisîne. Di nava vê çekê de gaza Kloropin heye. Ji vê gazê re Green Cross jî tê gotin. Formulasyona vê yekê destpêkê Elmanan di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de çêkirin. Ji hingî ve di destê Tirkan de heye. Dibe ku Tirk niha bi serê xwe jî vê çêdike, lê dibe ku bi Elmanan re jî çêdike. Lê belê çavkaniya esasî ya vê çekê Elman e. Ev çek dema tê bikaranîn li qadê mirovan difetisîne.

Gaza din jî gaza şewitandinê ye. Ev gaz mirovan dişewitîne û ziwa dike. Diavêje ku derê agir bi wê derê dikeve. Navê kîmyewî yê vê yekê jî Sulfur Mustant e. Ev jî ji aliyê Elmanan ve hatiye çêkirin. Navê xwe yê din jî Yellow Corss e. Dema ku ev tê bikaranîn car carna rengê kesk dide. Lê belê agir bi devera ku lê tê bikaranîn dixe.

Gazeke din a ku bi kar tînin jî mirovan bêhal dixîne, ji hiş dixîne. Mirov bê hal dibe, bi demkî felç dibe. Weke ku li Girê Kartal kirin ev gaz li gelek deveran bi kar anîn, bi kar tînin.

Ya pêncemîn jî gaza îsotê ye. Yanî gaza ku niha di xwepêşandanan de bi kar tînin. Bêguman dema ku ev li cihekî teng an jî li tunelekê hate bikaranîn, hingî şert û mercên jiyanê nahêle. Yanî ev jî gazeke kuştinê ye.”

Herî dawî jî ji bermahiyên leşkerên Tirk li pey xwe hiştin, reviyan; derfet nedîtibûn îmha bikin, derketibû holê ku bombeya termoborîk jî hatiye bikaranîn li qada Werxelê. Di nav van belgeyan de kartonên li ser wan ‘TERMOBARÎK’ hatiye nivîsandin, xuya dibe. Vê bombeya termobarîk (vakûm) bi germahiyeke zêde ji nişka ve pestoyê çêdike û qadê parçe parçe dike. Ji ber vê di Peymana Cenevreyê de ev tişt hatiye qedexekirin.

DAGIRKER FELÇBÛN, REVIYAN

Di sala 2021’ê de artêşa Tirk a dagirker 2025 êrîşên hewayî, 426 êrîşên obûs-hewan û 367 çekên kîmyewî êrîş kirin. Gerîlayên azadiyê jî 742 çalakiyên serketî pêk anîn. Di van çalakî û şer de 861 leşker hatin cezakirin, 126 leşker jî birîndar bûn.

Her wiha di van êrîşên dagirkeriyê de 298 gerîla jî şehîd bûne.

DERBA 2021’Ê JI BÎR NEKIRINE!

Artêşa Tirk a dagirker ku sala borî derbên xurt ji destê gerîla xwar, bi nêzîkbûna salvegera êrîşên dagirkeriyê ya Nîsana sala borî re dîsa dest bi tevgereke ya dagirkerî-qirkirin-mêtingeriyê kir. 14’ê Nîsanê bi dijwarî qad hatin bombe kirin û 17’ê Nîsanê jî bi bejahî û hewayî bi tevlîbûna dehan balafirên şer, helîkopter, dronên bi çek û bê çek, tevlîbûna hezaran leşker êrîş anî ser Şikefta Birîndaran, Korêjehro, Çiyayê Reş û gelek deverên din.

Berî ku ev êrîş destpê bike KCK’ê ragihandibû ku wê 15’ê Nîsanê artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li qadên gerîla dest bi operasyonekê bike. Ev êrîş jî daxuyaniya KCK’ê ya li ser mijarê piştrast kir.

GERÎLA DERBÊN MIRINÊ LI LEŞKERAN DIDE

Gerîlayên Azadiyê yên bi taktîk û rêbazên gerîlatiya nûjen, ketine tevgerê û xwe pêçane. Li her derê dijmin lê ne, derbên giran li wan didin. Di gava ewilê de 28 dagirker hatin cezakirin, 9 dagirker hatin birîndarkirin û derb li du helîkopteran hate xistin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî hatine girtin heta niha  zêdetirî 150 leşkerên Tirk ku di nav de payebilind jî hene, hatine cezakirin, bi dehan leşker hatine birîndarkirin. Derb li 2 helîkpter hatine xistin, 3 dron hatin xistin, derb li gelek dronan jî hatine dayîn.

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt ê ji gerîla re axivî diyar kir ku di van êrîşan de heta niha 7 gerîla şehîd bûne.

Berxwedana gerîla ya li ber dagirkerî û mêtingeriyê dewam e.