'Gerîla teknîka artêşa Tirk pûç kiriye'

Gerîla Çiya Kobanî ku li herêma Zapê li dijî dagirkeriyê têdikoşe, destnîşan kir ku çekîn kîmyewî jî di nav de artêşa Tirk bi hemû derfetên xwe êriş dike, lê bi hostekê jî nikare li hemberî gerîla bi pêş ve biçe.

Gerîlayê HPG’ê Çiya Kobanî ji herêma Zapê derbarê êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ANF'ê re axivî.

Gerîla Çiya Kobanî anî ser ziman ku artêşa Tirk xwe spartiye teknîkê, bi vî rengî êriş dike û got, "Ji xwe tê zanîn ev 3 meh in tevgereke mezin a dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tê birêvebirin. Artêşa Tirk bi derfet û hêza xwe hemûyî êrişî qadên gerîla dike. Li Avaşînê, dijmin gelekî êrişî deverên Girê Sor û Werxelê dike. Li wê derê hemû teknîk û çekên xwe yên kîmyewî êrişê dibe ser hevalan. Heval di nava berxwedaneke mezin de ne. 24 saetan balafirên keşfê li ser van herêman digerin. Bi vî awayî dixwazin derûniya gerîlayan têk bibe. Lê belê berovajî, gerîla di binê ewqas teknîka artêşa Tirk de çalakiyan li dijî artêşa Tirk pêk tînin û bi sexlemî jî digihîjin cihên xwe. Yanî di binê ewqas teknîkê de gerîla erkên xwe hemûyan bi serketî bi cih tîne. Gerîlayê nû, gerîlayê ku di xwe de guhertin û veguhertinê de ava kiriye, teknîka artêşa Tirk pûç kiriye."

'NE 3 MEHAN, 3 SAL JÎ BE HEVAL WÊ LI BER XWE BIDIN'

Gerîla Çiya dewamî got, "Ev nêzî 3 meh in Avaşîn li ber xwe dide û heya niha jî neketiye. Ji niha û pê ve jî wê nekeve. Niha li piranî Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîla li hemberî dagirkeriya artêşa Tirk li ber xwe dide. Li Werxelê û Girê Sor artêşa Tirk bi fikra ku wê hevalên me têk bibe hemû çekên qedexe bi kar tîne. Lê bila her kes baş zanibe û jê bawer bike ku tu caran Avaşîn nakeve. Ev nêzî 3 meh in Avaşîn li ber xwe dide û heya niha jî neketiye û ji niha pê ve jî wê nekeve. Ne 3 meh 3 salan jî wê heval li ber xwe bidin, lê careke dinê ne Herêmên Parastinê yên Medyayê, ne jî Avaşîn wê nekeve û em nahêlin ku bikeve. Artêşa Tirk çiqas teknîk di destê wî de heye bila bi kar bîne. Em weke gerîla bi moral û coşa xwe, bi îradeya xwe girêdayî vê dozê ne. Lewma dewleta Tirk tu caran wê nikaribe gerîla li bin bixe. Eger ji çekên kîmyewî wêdetir tiştek dinê di destê artêş û dewleta Tirk de hebûya wê ew jî li hemberî hevalan, gerîlayan bi kar bianiya. Niha jî çekên ku li cîhanê qedexe ne li hemberî gerîla bi kar tîne. Lê heval li hemberî wê di nava berxwedaneke mezin de ne."

Gerîlayê HPG’ê Çiya bi bîr xist ku 45-50 sal in gerîla li dijî artêşa Tirk li ber xwe dide û got, "Em heya niha tune nebûn, ji vir û pê ve jî em ê tune nebin. Bila her kes vê yekê baş bizane. Her ku teknîkek nû bi destê dewleta Tirk dikeve dibêjin, 'em ê bi vê teknîkê gerîlayan tune bikin'. Eger were bîra xelkê, dewleta Tirk sala 2016-17’an balafirên bi çek ên bê mirov bi dest xistin û got in em ê bi vê gerîla tune bikin. Lê belê wer diyare artêşa Tirk jî ji gotinên xwe bi xwe bawer nake. Xwe bi xwe dixapînin. Ji me re gotin em ê di sala 2017’an de gerîla tune bikin. Vaye em tune nebûne. Her ku dem diçe gerîla ewqas bi moral dibe, ewqas pêş ve diçe û ew qas jî mezin dibe. Ewqas roj in artêşa Tirk dixwazin têkevin tunelên şer. Bihostekê ber bi tunelan ve gav diavêjin, lê dema hevalên me çalakiyên bi bandor li ser wan li dar dixin 2 bihostan şûnve gav diavêjin. Ev jî ji tirsê tê. Derûniya leşkerên Tirk bi vê yekê têk çûye. Mînak şev leşker nerehet in. Ji ber ku hevalên me veşartî ne û di nava taritiyê de hevalên me ji nişka ve di nava wana de derdikevin û li wan dixin. Lewma jî leşkerên Tirk gelek tirsiyane. Ji bo pêşî li vê bigirin jî artêşa tirk hemû teknîka xwe şevê seferber dike."