Gerîla Rûken: Berxwedan wê bi ser bikeve, tecrîd wê bi dawî bibe

Gerîlaya YJA Starê Rûken bal kişand ser bêdengiya dewletên dinyayê ya li pêşberî grevên birçîbûnê û destnîşan kir, hêviya wan ji kesî nîne, ew ê bi hêvî û têkoşîna xwe bi ser bikevin û dawî li tecrîdê bînin.

Gerîlaya YJA Starê ya bi navê Rûken, li ber berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û diyar kir, ti bendewariya wan ji dewletan nîne û destnîşan kir, wê bi ser bikevin.

Gerîla Rûken bal kişand ser taybetmendiya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û diyar kir, berxwedêrên bi rengê fedayî têkoşiyan heta niha gelek caran di nava têkoşîna wan de derketin holê.

Rûken got, "Bi taybetî van demên dawî li zindanan hevalên me ji bo şikandina tecrîdê canê xwe dan ber agir. Ji bo ku vê zihniyeta serdest a faşîst bişkînin ku li her derê Kurdistanê bi rê ve diçe. Em wan silav dikin û bejna xwe li ber wan ditewînin."

Rûken berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Kurdistanê, li zindanan û derveyî welat silav kir û anî ziman, ku ew ji berxwedana çalakgeran hêzê digirin.

BERXWEDAN WÊ BI SER BIKEVE, TECRÎD WÊ BI DAWÎ BIBE

Rûken destnîşan kir, erka wan e ku vê berxwedanê mezin bikin û got, "Di roja me de dibe dijmin wisa difikire û dixwaze bide qebûlkirin ku xebat û têkoşîna van hevalan têra şikandina zihniyeta faşîst nake, bi grêva birçîbûnê têk naçe; lê di dîrokê de hatiye dîtin ku bi têkoşînên wiha hem faşîst û desthilatdar têk çûne, hem jî rê li ber tevgereke giştî ya gel vedike."

Gerîla Rûken diyar kir, berxwedana grevên birçîbûnê wê bi ser bikeve, tecrîd wê bi dawî bibe û got, "Bila hevalên me yên li zindanan zanibin ku em bi her awayî bi wan re ne; çi bi çekê çi jî bi xebatên giştî. Em wan dişopînin. Em ê hemû bi hev re têbikoşin û vê faşîzmê têk bibin. Her wiha piştgiriya ku di nava gel de derketiye holê wê bigihêje asta herî bilind. Dema ku ev pêk hat, wê faşîzm têk biçe. Azadiya Rêber Apo wê hingî misoger be."

'HÊVIYA ME JI KESÎ NÎNE, EM Ê SÎSTEMA XWE BI XWE AVA BIKIN'

Gerîla Rûken bal kişand ser bêdengiya dinyayê ya li pêşberî tecrîdê û grevên birçîbûnê û got, "Hêviya me ne ji Yekîtiya Ewropayê heye, ne jî ji dewletên din. Ji ber ku yên ku ev sîstem ava kirine ew in. Sîstema xwe em dikarin bi xwe ava bikin. Dema ku em dibêjin azadiya Kurdistanê, azadiya mirovahiyê mebesta me paradîgmaya Rêber Apo ye. Dema m vê bikin wê dewlet mecbûrî gelan û vê sîstemê bibe."

Rûken diyar kir, ew ti carî ji têkoşîna xwe venagerin û got, "Heta ku em bi ser bikevin û bigihêjin armanca xwe em ê bixebitin. Ji bo vê jî hêviya me mezin e."

Rûken destnîşa kir, têkoşîn û hêviya wan û ya berxwedêrên greva birçîbûnê yek e, mezin e û got, "Her kesên azadîxwaz, demokrat û hemû beşên civakê divê bi gelê Kurd re bin, bi gelê Kurd re têbikoşin û dakevin qadan. Divê ti carî bi siyaseta qirêj a şerê taybet nexapin ku dixwaze hêviya gelan têk bibe. Divê her têbikoşin. Azadî misoger e."