Gerîla nahêle ku Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin

Li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bradost û Xakurkê yên Başûrê Kurdistanê, berxwedana gerîla mezin dibe.

Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Ji fermandarên HPG'ê yên li Xakurkê Yûsûf Aslan bal kişand ser para PDK û barzanî ya di êrîşên dagirkeriyê de û got, "Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, di berdêla çêkirina bendava ku wê herêma Bardostê di nava avê de bihêle û vekirina deriyê sînor ê Hecî Begê de li hev kirine."

Artêşa Tirk a dagirker roja 14'ê Kanûna 2017'an dest bi êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bradost û Xakurkê kir. Ji 11'ê Adara 2018'an ve êrîşên xwe girantir kiriye. Berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê mezin dibe.

HEWL DIDE XWE LI HERÊMÊ MAYINDE BIKE

Artêşa Tirk a dagirker, hejmareke zêde ya leşkerî li herêma Bradostê bi cih dike û bi vî rengî hewl dide li derveyî sînor xwe mayinde bike. Li gundên Bermize, Yeşîme, Lêlîkan, Kolitê û derdora wan biryargehan û kampan çêdike. Wekî din li Tepê Sîor, geliyê Masîro, geliyê Elî Dirêj, girên Kevortê û Lêlîkanê çeper û kozikan vedide.

GERÎLA DOR LI WAN GIRTIYE

Ji ber çalakiyên xurt ên gerîlayên HPG û YJA Starê, artêşa Tirk a dagirker ji bejahî ve nikare xwe bigihîne herêmê. Lewma bi balafirên şer, obus û hawanan bombeyan li herêmê dibarîne. Bi vî rengî hewl dide bêhnê bîne ber leşkerên ku ji aliyê gerîla ve hatine dorpêçkirin û ji aliyê psîkolojîk ve wan rehet bike.

ÊRÎŞ LI SIVÎLAN TÊ KIRIN, PDK BÊDENG E

Artêşa Tirk a dagirker ku bi balafirên şer, obus û hawanan bombeyan li gundên sivîlan dibarîne, dixwaze herêma Bradostê ji Kurdan xalî bike. Her wiha li gundên Bermize, Yeşîme, Lêlîkan û Kolitê sîxuriyê li ser şêniyên herêmê ferz dike.

Li pêşberî êrîşên dagirkeriyê PDK bêdeng e. Gundiyên Bradostê dibêjin, ne ji Barzanî û PDK'ê be ev êrîş nikarin bên kirin.

FERMANDARÊ GERÎLA JÎ PIŞTRAST DIKE

Yek ji fermandarên gerîla yên li herêma Xakurkê Yûsûf Aslan jî gotinên gel ên di vî warî de piştrast dike.

Aslan diyar kir, dewleta Tirk a ku tengav bûye, ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike wê bi polîtîkayên xwe yên êrîşkariyê hewldanên ji bo dagirkirinê bidomîne û got, şer wê dema bê hem dijwar bibe hem jî li qadeke berfireh belav bibe.

Fermandar Aslan da xuyakirin ku artêşa Tirk dixwaze herêmên Sîdekan, Bradost û Diyanayê ji mirovan vala bike û bi bîr xist ku artêşa Tirk a dagirker her roj bi hawan, obus û tankan êrîşî cih û warê sivîlan dike.

Aslan destnîşan kir ku artêşa Tirk bi zanebûn bi balafirên şer bombeyan li gundiyan dibarîne û got, êrîş li zozanan, çêrgehan, cih û warê gundiyan tên kirin, lê PDK û Barzanî bêdeng in.

Yûsûf Aslan bal kişand ser para PDK û Barzanî ya di êrîşên dagirkeriyê de û anî ziman ku bi vê armancê hevdîtinên veşartî hatine kirin.

Aslan got, "Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, di berdêla çêkirina bendava ku wê herêma Bardostê di nava avê de bihêle û vekirina deriyê sînor ê Hecî Begê de li hev kirine."